• Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heya niha li Şengalê 89 gorên komî hatine dîtin. Lê Hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî 46 ji van goran vekirine. Malbatên qurbaniyan gotin ew li bendê ne hestiyên zarokên wan bên derxistin.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê çeteyên DAIŞ’ê dest bi qetilkirina Êzîdiyan kir. Ji bilî revandina jin û zarokan, bi hezaran kes qetilkirin û ew kirin gorên komî de. Her wiha gelek kes heya niha aqûbeta wan nayê zanîn û malbatên wan jî dixwazin gorên komî bên vekirin da ku nasnameya windahiyên wan bê aşkerekirin. Tevî ku heya niha 20 welat û saziyên navdewletî komkujiya Êzîdiyan wek Jenosid naskirine, lê civaka Êzîdî û malbatên qurbaniyan li bendê ne ku hestiyên şehîdên wan ji gorên komî bên derxistin.

Daneyên gorên komî

Li gorî daneyên saziyên peyîwendîdar ên gorên komî heya niha li Şengalê 89 gorên komî hatine dîtin. Piraniya gorên komî dikevin aliyê başûrê çiyayê Şengalê, ji ber ku ev herêm beriya cihên din ji aliyê PDK’ê ve radestî çeteyan hate kirin.

Yekem car di 4’ê Sibata 2015’an de li navbera bajarokê Xanesor û navçeya Sînunê de sê gorên komî ji aliyê gerilayên HPG’ê, YJA Star û şervanên Êzidî ve hatin dîtin. Dema vekirina her sê goran de termê 54 qurbaniyan hate derxistin.

Yek ji cihên ku xelkê gund bi temamî hatine dîlgirtin gundê Koço bû. Li Koço di 15’ê Adara 2019’an de 20 gorên komî hatin vekirin û di van goran de cenazeyên nêzî 500 qurbaniyan hatin dîtin. Di Sibata 2021’an de cenazeyên 104 Êzîdiyan li Gundê Koço hatin definkirin. Her wiha li gundê Solax di 26’ê Cotmeha 2020’an de goreke komî ku tê de 80 dayikên bi temen, dayikên du canî û 12 zarokên ku çeteyên DAIŞ’ê wan bi saxî binax kiribun hate vekirin. Di gora komî ya li Solaxê ya bi navê Gora Dayikan de nasnameya 7 jinan eşkere nebûye. Li aliyê başûr bakûrê Şengalê jî li komelgeha Herdan di 22’yê Sibata 2022’an de 7 gorên komî ji aliyê ekîba dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatin vekirin. Ji van goran nêzî 100 kes hatin derxistin. Di 28’ê Hezîrana 2022’yan de li gundê Qinê 6 gorên komî hatin vekirin. Di wan goran de jî nêzî 129 kes hatin derxistin. Li Hemedan cara yekê di 5’ê Adara 2023’yan de ji çar gorên komî tenê yek hate vekirin. Di xebatên vekirina goran de termê 40 cangoriyan hatiye derxistin. Li nêzîkî gundê Hemedan goreke din ya komî hate dîtin. Li komelgeha Girzerik li ber xendekan nêzî 50 şêniyên gund û yên dorê şer dikirin ji wan kesan heya niha agahî nehatiye girtin. Li nava Girzerik de 5 cih hene ku tê texmînkirin ev kesên agahî ji wan nayê girtin di van 5 cihan de bi awayekî komî hatibin binaxkirin. Li gundê Siba Şêx Xidir 5 Gorê komî hene. Li navçeya Tilizêr heya niha 10 gorên komî hatine dîtin, lê heya niha tenê yek ji wan hatiye vekirin. Dî 9’ê Gulana 2023’yan de li navenda Şengalê goreke komî ya ku tê de 5 kesên Şîa hebûn hate dîtin. Heya niha bi giştî 89 Gorên komî hatine dîtin. ji vana tenê 46 gorên Komî hatine vekirin. Ji gorên ku hatine vekirin termê 1032 şehîdên fermanê hatine derxistin. 201 qurbanî testên wan ên DNA’yê temam bûne û radestî kesûkarên wan hatine kirin. Heya niha testa DNA ya 831 şehîdên gorên komî nehatiye eşkere kirin.

Hikûmet bi cidî kar nake

Berpirsê Rêxistina Êzîdiyan a ji bo belgekirina kiryarên DAIŞ’ê Xêrî Elî, ragihand ku li tevahiya Şengalê gelek gorên take kesî hene û got: “Ev cih wek gorên komî nehatine naskirin. Her wiha rêxstinên navdewletî jî bi van cenazeyan re mijûl nabin. Her wiha karê ji bo vekirina gorên komî tê kirin jî wek tê xwestin nayê meşandin.” Ev cenazeyên ku ji gorên komî hatine derxistin hinek jiwan zêdetirî 3 sala ye li saziya Tiba Edlî ya Bexdayê ne û testên wan ên DNA’yê nehatine çêkirin. Herî dawî di 20’ê Hezîranê de cenazeyê 39 kesên ku ji gorên komî hatibûn derxistin radestî malbatên wan hatine kirin. Di dema radestkirina van cenazeyan de Hikûmeta Iraqê pereyê tabût û ala Iraqê her wiha pereyê rê ji malbatên şehîda wergirtin. Ev jî bû sedema nerazîbûneka mezin di nava Êzîdiyan de.

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ