9 milîsên Îranê kuştin

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:21

  • Di encama êrişeke li dijî baregeheke hêzên Emerîkayê li Dêra Zorê de, hin leşkerên Emerîkî birîndar bûn.

Di encama êrişeke li dijî baregeheke hêzên Emerîkayê li Dêra Zorê de, hin leşkerên Emerîkî birîndar bûn. Her wiha 3 endamên komên Îranê di êrişa Koalîsyona Navneteweyî li derdora herêmê de hatin kuştin. Piştî zêdebûna êrişan hêzên Emerîkî li Iraq û Sûriyê ketin amadebaşiyê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), doh (25`ê Tebaxê) topên ji aliyê nuqteyên hêzên Îranê li devera bîrên gaza xwezayî "Konîko”yê ya li gundewarê Dêra Zorê ketin. Di encamê de leşkerên Emerîkayê birîndar bûne.  

Piştî 4 saetan, Koalîsyona Navneteweyî li wesayîteke roketavêj a li derdora gundewarê Dêra Zorê xist, di encamê de 3 endamên komên Îranê hatin kuştin.

Hêzên koalîsyonê pêr bi şev jî baregehên komên Îranî yên li herêma El Meyadînê kirin hedef, lê agahiyên derbarê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Bi vê yekê, di kêmtirî 24 saetan de 9 endamên komên Îranê hatin kuştin. Piştî ku li êrişên li ser hêzên Emerîka zêde bûn, Fermandariya Navendî ya Emerîkayê ragihand ku hêzên wan yên li Surîyê û Iraqê li ser pêşbîniya zêdebûna êrişan ketine rewşa amadebaşiyê de. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.