Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di navbera 11 û 18'ê Mijdarê de li Efrînê derbên giran li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku 9 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyan de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê 3 çalakî li dijî dagirkeran hatine kirin û hat gotin: “11'ê Mijdarê li gundê Erebwêran ê navçeya Şera hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

12'ê Mijdarê li gundê Erendê yê navçeya Şiyê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

18'ê Mijdarê li herêma Efrînê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin. Wesayitek hat îmhakirin."

NAVENDA NÛÇEYAN