- Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir di encama êrişa asîmanî û bejahî de li sinorê parêzgeha Diyale 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir di encama êrişa asîmanî û bejahî de li sinorê parêzgeha Diyale 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Hat gotin sê ji wan çeteyan nasnameyên Lubnanê li ser bûn.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên asîmanî yên Iraqê li devera Uzam a ser bi parêzgeha Diyale li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama operasyonê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, sê ji wan nasnameyên Lubnanî li ser bûn û destê wan di kuştina 11 efser û leşkerên Iraqê de hebûn.
Her wiha hat diyarkirin di operasyonê de çend cihên ku çeteyan xwe têde di veşartin jî hatine xerakirin.
BEXDA