8’ê Adarê roja serkeftinê ya jinan e
Şemî 8 Adar 2025 - 03:30
Şervanên YPJ’ê bi munasebeta 8’ê Adarê diyar kirin ku divê hemû jinên cîhanê ji bo azadiyê rabin ser lingan û gotin:"Di vê rojê de dixwazim ji hemû jinên cîhanê re bibêjim ku ne tenê rojek ya jina ye, her rojek a di salê de ya jinê ye. Lê 8’ê Adarê roja serkeftinê ya jinan e."
Jinên Kurd vê 8’ê Adarê bi kelecan li benda peyama Rêberê Gelê Kurd şandî pêşwazî dikin. Bi boneya vê rojê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser rol û mîsyona jinan a di berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê û hestên xwe yên li ser peyama Rêber Apo, axivîn.
Şervana YPJ’ê Destîna Efrîn diyar kir ku divê hemû jinên cîhanê ji bo azadiyê rabin ser lingan û wiha domand: “Di têkoşîna li Qereqozaq û Tişrînê tê meşandin, di rêzên pêş de jin cihê xwe digirin. Bi pêşengtiya YPJ’ê ew berxwedan heta niha jî berdewam e. Em hemû rêhevalên ku di wê berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîrtînin. Divê hemû jinên cîhanê taybet ên bindest rabin û ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin.”
Şervana YPJ’ê Jiyan Kobanê jî destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinan, taybet jî li Serokatî û hevalên şehîd û li hemû hevalên ku ji bo welat û axek azad şer dikin, pîroz kir û wiha axivî: “Wek tê zanîn îsal ji salên din pir cuda ye, hem di warê têkoşîn û berxwedana tê kirin de hem jî rola jinê ya derketî pêş. Bi taybet nirxandin û peyama Serokatî yên ji bo gel û jinan derketîn, hem pîrozbahiyek hem jî nûbûyînek bû ji bo me. Her wiha gula ku diyarî kirî jî, hem wek kesayet hestek cuda di me de da avakirin, hem jî ji bo hemû hevalên jin da diyarkirin. Piştî evqas sal bi hesreta Rêbertî mayîn û wêneyê wî dîtin, her wiha nirxandinên wî guhdarkirin ew bi serê xwe heyecan û kelecanek pir mezin bû. Ev yek wê asta berxwedanê bilindtir bike.”
Her wiha şervana YPJ’ê Leyla Şahîn jî têkildarî heman mijarê hest û nêrînên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Di vê rojê de dixwazim ji hemû jinên cîhanê re bibêjim ku ne tenê rojek ya jina ye, her rojek a di salê de ya jinê ye. Lê 8’ê Adarê roja serkeftinê ya jinan e. Bi vê boneyê em hemû hevrêyên xwe yên şehîd bibîrtînin. Em hemû li ber hemû dayikên ku zarokên xwe fedayî şoreşê kirine bejna xwe ditewînin. Her wiha em spasiya xwe pêşkêşî Rêber Abdullah Ocalan dikin ku di vê rojê de gul diyarî me kirin. Di dawiyê de em Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN