- Li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Jinên Kurd jî bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe" tevlî çalakiyan bûn.
Li gelek welatên Ewrûpayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Jinên Kurd jî bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe" tevlî çalakiyan bûn.
STOCKHOLM: Bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jinên Kurd û ji neteweyên cuda daketin qadan û ev peyam dan; "Jinên ku bi têkoşîna xwe DAIŞ têk birin, dikarin Erdogan, Pûtîn û dîktatorên din jî têk bibin."
VIYANA: Li paytexta Awusturyayê Viyanayê 25 rêxistinên jinan meş li dar xist. Di belavoka hevpar a tevgerên jinan de hate destnîşankirin ku îsal jî daxwaza jinan maf, hiqûq, edalet, wekhevî û azadî ye. Di peyama Tevgera Jinên Kurd a Viyanayê de jî hate gotin, "Weke jinên Kurd ên li Awusturyayê, li ser xeta paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk em ê li her derê li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin."
GRAZ: Li vî bajarê Awusturyayê jî jin li Sudtirolerplatzê civiyan û heta Hauptplatzê meşiyan.
LÎMASOL: Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi pêşengiya jinên Kurd 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Jinên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê civiyan û meşiyan.
HELSÎNKÎ: Rêxistinên femînîst û aktîvîstên mafên jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê meş û mîtîngeke li dar xistin.
LÎNZ: Li bajarê Lînzê yê Awusturyayê gelek rêxistinên jinan meşiyan. Li gel ku hewa cemidî jî bû gelek jin tevlî meşê bûn û heta bi navenda bajêr meşiyan. Li mîtînga piştî meşê de li ser navê Avesta axaftin hate kirin û hate gotin şoreşa jinan a li Rojava bûye model.
Nûnera Avesta bal kişande ser girtiyên siyasî û got têkoşîn wê dom bike.
Li Elmanyayê rengê 8’ê Adarê
Li gelek bajarên Elmanyayê bi hezaran jin daketin meydanan û bi coşeke mezin 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.
Çalakiyên 8'ê Adarê, bi hevkariya gelek saziyan ve bi rengekî hevpar hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku mîna li Rojava û Şengalê, azadî tenê bi têkoşîn û rêxistiniyê dikare bê bidestxistin. Li bajarên Berlîn, Frankfurt, Kassel, Bielefeld, Hannover, Stuttgart Darmstadt, Hamburg, Heilbronn, Saarbrucken, Dresden jinên Kurd bi rengên xwe tevlî çalakiyan bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN