Girtiyê nexweş Siddik Gulerê 81 salî ku 26 sal in girtiye û cezayê muebedê lê hatiye birîn, ji ber nexweşînên xwe û temenê xwe ne dikare bimeşe ne jî biaxife. Guler, niha di Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê de ye.
Nexweşiya hîpertansiyon, romatîzma lê peyda bûne û du caran jî anjiyo bûye. Guler, heya niha di gelek girtîgehan de maye û du sal berê jî ji ber nexweşînên lê peyda bûne wî rakirine nexweşxaneyê û tedawî bûye. Guler, niha bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne û serlêdanên ji bo berdana wî hemû jî hatine redkirin. Pîreka wî Hesîna Guler a 71 salî anî ziman ku ji ber pandemiyê herî dawî salek berê serdana Guler kirine û niha hevjînê wê nikare bi telefonê jî biaxive. Guler got: "Nexweşina dil, romatîzma pê re heye û pir dikuxe. Berê du caran anjiyo bûye. Di hevdîtina dawî de wî bi sandalyeya bi teker anîn cihê hevdîtinê."
MA/AMED