Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 81 salî ye û dibêje, gelek nexweşîn li bavê wê peyda bûne lê belê 6 meh in wî nabin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 81 salî, têkildarî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’an de hatibû girtin. Ozkan ê 81 salî û nexweş, ji sala 1999an ve girtiye û niha li zindana Amedê tîpa Dʼê tê ragirtin. Ew û kurê xwe Ahmet Ozkan di heman qawîşê de ne. Çendî ku Ozkan nikare bi tena serê xwe bimîne jî dîsa nayê berdan.
Keça Ozkan, Selma Ozkan der barê rewşa bavê xwe de axivî û got: 9’ê Îlonê em şûn me wî dît. Ji me re got: ‘Nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, guatir a bi jehr, helîna hestiyan, nexweşiyên rûvî û gurçikan, pirsgirêkên dîtin û bihîstinê, hişwindakirin û hwd hene.ʼ Bavê min ê ku hefteyê 3 rojan dibirin nexweşxaneyê, niha 6 meh in nabin nexweşxaneyê. 6 meh in dermanên wî nehatine guhertin."
Ozkan xwest ku pirsgirêkên girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş bibe rojev û bang li her kesî kir ku bi hestiyarî tevbigerin.
MA/AMED