800 malbat vegeriyan Şengalê

Sêşem 13 Tebax 2024 - 01:55

Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê Mihemed Arif derbarê vegera malbatên Êzidî ya ji kampên Dihokê, ji medya Iraqê re axivî. Mihemed Arif got ku di nava 48 saetên borî de zêdetirî 800 malbatên Êzidî yên niştecihên kampên Dohukê yên li Herêma Kurdistanê, ji tirsa canê xwe vegeriyane Şengalê.

Arif da zanîn ku sedema vegera bi komî, bi daxuyaniyên hişk yên Qasim Şeşo ve girêdayiye û got:“Daxuyaniyên Qasim Şeşo bûn sedem ku metirsiyê li ser jiyana xwe bibînin û vegerin cih û warên xwe yên li Şengalê. Tîmên xizmetguzarî û ewlekariyê ji bo pêşwazîkirin û alîkariya malbatên vedigerin di amadekariyê de ne. Tê payîn ev hejmar di nava rojên bê de gelekî zêdetir bibe.” Hêjayî gotinê ye di nava du rojan de bi hezaran Êzidî ji kampên li Dohukê ku di bin serweriya PDK’ê de bûn, ji ber aramiya canê xwe vegeriyan Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya malbatan dike û li gorî derfetên xwe alîkariyê bi wan re dike.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.