- Gerîlayan li Bazîdê çalakî kirin 8 leşkerên Tirk hatin kuştin ku yek ji wan payebilind e. Li Çelê jî 2 kozik tevî leşkerên tê de hatin îmhakirin.
Gerîlayan li Bazîdê ji 5 metreyan li leşkeran dan. Di çalakiyê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin ku yek ji wan payebilind e. Li Çelê jî 2 kozik tevî leşkerên tê de hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"28'ê Tebaxê, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li qadeke navbera qereqolên Serêkaniyê û Girberanayê, yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku kemîn danîbû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. 29'ê Tebaxê yekîneya dijmin bi piştgiriya balafirên keşfê kete nava liv û tevgerê. Hêzên me ji cihekî ku 5 metreyan nêz bû, derbên giran li yekîneya dijmin xistin. Dagirkerên ku gelek kuştiyên wan çêbûn, piştî vê derba giran ketin nava panîkê û ji herêmê reviyan. Di vê çalakiyê de bi giştî 8 leşkerên dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû.
28'ê Tebaxê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li kozikên artêşa Tirk a dagirker ê li ser Tepê Girê xistin. Di vê çalakiyê de 2 kozikên dijmin tevî leşkerên dagirker ên tê de hatin îmhakirin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
29'ê Tebaxê, artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawan qadên Mawata, Dirê û Geliyê Basya yên herêma Avaşînê bombarduman kir. Di encamê de agir bi daristanê ket û hê jî dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN
Şîlan li Zê şehîd bû
Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Tebaxa 2020'an de me ragihandibû ku 18'ê Tebaxê li qada Cîlo yA Biçûk a herêma Zê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker hevala me Şîla şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me wiha ne: Hiyam Kasim bi nasnav Şîlan Koçer li Dêrikê ji dayik bûye.
Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Şîlan a şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin."