Hejmara nû ya kovara hunerî û çandî ya Kurdên Anatoliyê, Bîrnebûn derket. Kovar 4 mehan carekê tê weşandin.
Kovarê di vê hejmarê de cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cureyên din. Nivîsên Alî Çîftçî, Abdulbaki Xalîsînan, Seyfi Doğan, Fatos Koyuncuer Brunner, S. Erdem, Dr. Mikaîlî, Mûlla Evîndar, Ecevit Yıldırım, Mem Xelîkan, Nuh Ateş, Ehmed Mîlan, Şefîk Pêşeng, Memduh Selîm, Îhsan Türkmen, Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Hesenê Metê, Zinarê Xamo, Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Seyîdxan Anter, Bêrîvan Keskîn, Abdurrahman Benek hene.
Kovarê sala 1997´an de li Elmanyayê dest bi weşana xwe kir û 23 sal in jî weşana xwe dewam dike. Kovar bi piştgirîya Weşanxaneya APEC´ê li Swedê tê weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN