750 sale weke xwe maye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Çile 2024 - 02:56

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Di Êzdiyatiyê de tişta herî pîroz xweza ye û ji wan jî ax, av, ba û agir e. Civaka Êzîdî di mîtolojiya xwe de dibêje ger ev her 4 tişt nebin ti zindî nikare li ser rûyê erdê bijîn. Di nava civakên li cîhanê de, her ol, bawerî û çand, cihek xwe taybet yê îbadetê heye û ji xwe re li wan cihan dua dikin. Di ol û baweriya Êzdiyan de jî qube cihê îbadetê ye û ji xwe re li ber wan quban dua û îbadet dikin. Ji qubeyên dîrokî yên li Şengalê jî qubaya Şêx Berkat ku di sala 1274'an de hatiye avakirine. Quba Şêx Berkat ev 750 sale hatiye avakirin û heya neha weke xwe maye û hatiye parastin. Li gorî agahiyan, quba Şêx Berkat yek ji wan qubaye ku piştî 3 qubeyan hatiye avakirin û ji ber ku di wan serdeman de zanayên civakê nebûn û xwendin û nivîsa wan nebû, dîroka wê wisa hatiye danîn. Lê gelek kes dibêjin bi dehên salan hîna ji dîroka xwe kevintir e, ne ku 750 sale, hezar sal jî derbas kiriye. Ev qube dikeve gundê Neqsê yê kevnar ku dikeve qûntara çiyê. Ji ber ku qube di nava gund bû û mal li derdora wê hebûn mirî li ber vê qubê nehatine veşartin. Yekemîn qube di nava Êzdiyan de ku mirî li ber nayên veşartine. Lê kesên ku dixwazin miriyê xwe lê veşêrin jî, ji wan re destûr tê dayîn ku li ber qubeya Şêx Şems ku bi qasî 1 km ji wir dûre vedişêrin û xêra xwe wan li wir were dayîn.

Di qewlên Êzdiyan de dibêjin, "Şîxadî Şêx Berkat e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.