Ji Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê û ji senatoya akademîk 74 profesor û doçentan piştgirî dan kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
74 profesor û doçentan piştgirî dan kampanya bi navê "Dema wê hatiye; Azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiykeyê". Di daxuyaniya akademîsyenan de wiha hate gotin: "Lîderê gelê Kurd, piştî ku statuya penaberiya siyasî bi rengekî derengmayî li welatê me wergirt, 22 sal in li girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê li girtîgeheke bi ewlekariya bilind girtî û tecrîdkirî ye.
Mixabin saziyên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê nekirin ku Abdullah Ocalan karibe mafên xwe yên herî însanî jî bi dest bixe.
Ocalan ala aştiyê ye
Nelson Mandela di dema Apartheîde ji bo Efrîkaya Başûr çi be, Abdullah Ocalan jî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd sembola herî girîng e, li Rojhilata Navîn ala aştiyê ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ku sûd ji nêrîna Ocalan girtin, xaka xwe kirin mînakeke bêhempya ya jiyana hevpar a gelan û olan. Kir ku demokrasiya yekser, wekheviya navbera zayendan û diyaloga navbera olan ava bibe. Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî êrişên DAÎŞ'ê bûye kelehek û pêşî li gefa olperestiya tund a li herêmê digire. Girtina Ocalan, tecrîda li dijî mirovahiyê ye; zexta girseyî ya li herêmên Kurdan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, êrişek li dijî demokrasiyê ye, lewma me; civaka akademîk jî eleqedar dike. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin kampanya navneteweyî ya ji bo Abdullah Ocalan. Ji bo jinûvexurtkirina mafê mirovan û nîşandana piştevaniya bi mirovên aştîxwaz re, em vê yekê weke gaveke bingehîn dibînin."
NAVENDA NÛÇEYAN