- SOHRʼê ragihand ku li Qerebaxa Jorîn di şer de 72 çeteyên ku dewleta Tirk ew ji Sûrî veguhezandin hatin
Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand, ku herî kêm 72 ji çeteyên dewleta Tirk birine Azerbaycanê, li Qerebax a Jorîn di şer de hatine kuştin.
Li gorî saziya çavdêriyê, dewleta Tirk 1200 çeteyên ji Sûrî, tevlî artêşa Azerbaycanê kir, ji bo şerê li dijî Ermenan. Ji van ‘çeteyên ji bo pereyan şer dikin', herî kêm 36 di nava 48 saetan de hatin kuştin.
Ev agahî di serî de Fransa ji aliyê gelek welatan ve jî hate piştrastkirin.
Şer, piştî ku artêşa Azerbaycanê di 27'ê Îlonê de li Komara Qerebax a Jorîn dest bi operasyoneke mezin kir, dest pê kir.
Qerebax a Jorîn di destpêka salên 1990'î de serxwebûna xwe ragihandibû. Di şerê hingî de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Wezareta Karê Derve ya Sûrî jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk tevlî şerê li Qerebax a Jorîn bûye û got, Enqere dixwaze şer girantir bike.
NAVENDA NÛÇEYAN