• “Her roj nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin. Yek daxwaza min heye, ew jî edalet e.” 

Suleyman Aksu ji wan 33 ciwanan e ku di Komkujiya Pirsûsê de 20´ê Tîrmeha 2015´an şehîd bûn. Dayika wî, Kurdret Aksu ev 7 sal in her roj diçe ser gora kurê xwe û dibêje: “Her roj nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin. Yek daxwaza min heye, ew jî edalet e.” 

Suleyman Aksu, sala 1990’an li Gever a Colemêrgê ji dayik bû û li Zanîngeha Çukurovayê beşa mamostetiya Inglîzî qedandibû. Piştî ku ji zanîngehê mezûn bûyî jî 3 salan mamostetî kir. Di Cejna Remezanê ya sala 2015’an de ji bo pêlîstokan bo zarokên Kobanê bibe, ji Geverê ber bi Rihayê ve çû. Lê belê di encama êrişa bombeyî de şehîd bû.

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlûm Engîndeniz bi dayika wî Kudret Aksu re peyiviye.

7 caran gora wî xera kirin 

Cenazeyê Aksu li Geverê hatiye definkirin. Goristana ku Aksu lê hatibû definkirin, 7 caran rastî êrişan hat û hat rûxandin. Ji ber êrişa li dijî gora Aksu, di 25’ê Nîsana sala 2019’an de bi sedema “heqareta li dijî bibîranîna kes” û “ziyandayîna perestgeh û goristanan” gilî hat kirin. Lê encam nîne.

Kurdret Aksu ji MA´yê re gotiye, ew, van 7 salên bihurî hema hema her roj çûye serdana gora kurê xwe û daxwaza wê tenê ew e ku kujer bên dîtin: “Bila kujer bên darizandin da ku hinek jî be dilê me rehet bibe. Lê li holê edalet nîne. Heke bi rastî jî tiştekî bi navê edaletê hebe, bila kujerên 33 ciwanan bibînin û darizînin. Edaleta vî welatî dema 33 zarokên me hatin qetilkirin û dozên wan hatin girtin, hat binaxkirin.” 
 
Gornebaşên dagirker xew lê herimandiye

Bi domdarî Aksu da zanîn ku her roj diçe serdana gora kurê xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ez rojekê neçim, dilê min qet rehet nîne. Her roj li wir li kurê xwe digerim. Bi tirsa ku dê gora kurê min birûxînin, nikarim razêm. Bi banga sibehê re ez diçim goristanê û heta nîvro li vê derê dimînim. Ji bo ku gora kurê min nerûxînin, ez nobetê digirim. Piştî rûxandina dawî, ez neçar mam ku dora gora kurê xwe bi keviran bigirim û dîwar çêbikim. Bi şev xew nakeve çavên min.” 

COLEMÊRG