ANHA/TEBQA/EBDUREHMAN EL SALEH
Odeya Xebatan a Bendava Firatê eşkere kir ku cara yekê ye ku depoya gola bendavê ewqas kêm dibe. Her wiha destnîşan kir ku ji ber girtina çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 2 milyar metrekab av ji depoya xwezayî ya gola bendavê kêm bûye. Ev wê nîşaneyê dide ku dê 7 milyon şênî bi karesateke mirovî re rû bi rû bimîne.
Tirkiyê av qut kiriye
Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka 2021`an ve para Sûriye û Iraqê ya ava çemê Firatê binpê kiriye ku ne kêmtirî 500 metrekab di her saniyekê de bû, 2 milyar metrekab av ji depoya xwezayî ya gola bendava Firatê kêm bûye.
Heta 14 milyar metrekab av li paş bendava Firatê tê depokirin. Dirêjahiya golê 80 kîlometre ye û firehiya wê 5 kîlometre ye.
Endamê rêveberiya Odeya Xebatan a Bendava Firatê Îmad Ibêd got;“Rêjeya gola Firatê niha heta 299 metrekab kêm bûye. Yanî bi qasî 5 metreyan kêm bûye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê girtiye.”
Ibêd diyar kir ku niha 11 milyar metrekab di golê de heye ji ber ku ji depoya xwezayî ya golê zêdetirî 2 milyar metrekab kêm bûye.
Cara yekê ye evqas kêm dike
Ibêd eşkere kir ku cara yekê ye ku depoya golê ewqas kêm dibe û wiha domand: “Ava golê ji bo avdan, vexwarinê, derxistina kehrebeyê tê xerckirin. Di her saniyekê de jî zêdetirî 150 metrekab av ber bi Iraqê ve diherike. Lê ji ber girtina ava çemê, depoya golê cara yekê ye ewqas kêm dibe.”
Ji ber ku dewleta Tirk avê digire, wê karesateke aborî û mirovî çêbibe û dê bandor li jiyana derdora 7 milyonan şênî bike ku li beravên Firatê dimînin.
Li gorî daneyên dawîn ên Komîteya Çandinî û Avdanê ya Tebqayê, ji ber girtina avê, zêdetirî hezar hektar zevî li gundewarên Tebqayê telef bûne.
Ew ê Teşrîn û Firat rawestin
Her wiha di encama heman sedemê de, 7 stasyonên ava vexwarinê yên gola Firatê, rawestiyan. Di encamê de Yekîneyên Avê yên Tebqayê çareseriyên demkî peyda kirin ji bo ku wan stasyonan dîsa bidin xebitandin. Lê ev hewldanên wan li gel berdewamiya pirsgirêkê, ne kêrhatî bûn.
Ibêd ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji bo Rêveberiya Giştî ya Bendavan, peydakirina ava vexwarinê û avdanê ji şêniyên herêmê re û derxistina elektrîkê, ji xebatên pêşîn e.”
Îmad Ibêd destnîşan kir ku heke girtina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve berdewam bike, wê bendavên Teşrîn û Firat werin rawestin ji bo ku avê li paş bendavan kom bikin.