7 kes dîl hatin girtin
Pêncşem 4 Gulan 2023 - 15:55
Di çarçoveya du operasyonên qirkirina siyasî yên cuda yên Serdozgeriyên Komarê yên Stenbol û Eskîşehîrê yên dewleta Tirk de 30’ê Nîsanê polêsan bi ser malên gelek kesan de girt. Polêsan bi ser malên namzetên parlementeriyê yên Partiya Çep a Kesk de girt. Di vê çarçoveyê de girtin ser mala namzeta Stenbolê Bûrcû Akyildiz, yê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, namzeta Izmîrê Meryem Yildirim, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, nûçegihana ETHA’yê Nadiye Gurbuz û malên endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF). Di van serdegirtinan de 23 kes hatin destgîrkirin.
Hevserokê ESP’ê û 6 kes hatin girtin
Kesên hatibûn destgîrkirin pêr sewqî Edliyeya Stenbol û Eskîşehîrê hatin kirin. Ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, xebatên siyasî û ji ber ku nerazîbûn nîşanî qetlkirina gerîlayan ên ku bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve dane li Stenbolê gelek kes hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê xwest 13 kes werin girtin û ew sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê kiribû.
Dadgeriyê biryar da ku Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tûmûklû, edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz, Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan, Selvînaz Goçmez bên girtin.
Li Eskîşehîrê jî kesên hatine binçavkirin bi heman tiştî hatin sûcdarkirin.
Di vê çarçoveyê de namzetê parlementeriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn jî hate girtin.
Kesên din jî bi kontrola edlî û bi şertê girtîbûna li malê, serbest hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN