7 çîrokên Cortazar li sergo hatin dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:57

Heft çîrokên nivîskarê Arjantînî Julio Cortazar, beriya ku li ser çopan winda bibin, hatin dîtin û çîrok hatin xelaskirin. Çîrokên ji çopê hatine xelaskirin, dê 12’ê Cotmehê li muzayedeyê werin firotin.

Julio Cortazar yek ji nivîskarên herî mezin û girîng yê Emerîkaya Latîn e. Ji ber zextên siyasî sala 1951’an sirgûnî Parîsê dibe. Ew bi roman û kurteçîrokên xwe li dinyayê tê naskirin. Ev 7 çîrokên ku li ser çopê hatine dîtin jî beriya pirtûka wî ya “istorias de cronopios y de famas” hatine nivîsandin.

Koleksiyonerê ku çîrokên Julio Cortazar ji çopê xelas kirin, ji bo bipeyitîne ku ev çîrok bi rastî jî yê Cortazar in, salekê lêkolîn kirin. Koleksiyonerî bi akademîsyen Lucio Aquilanti re têkilî danî. Lucio Aquilanti li ser xebatên Cortazar dixebite û her wiha koleksiyoneke wî ya pirtûkan ya entîke jî heye. Lêkolînên li ser 7 çîrokan salekê dewam kiriye. Piştî salekê, hat fêmkirin ku Cortazar ev çîrokên hanê di sala 1966’an de bi daktiloya xwe ya “Olivetti Letera 32” nivîsandine.

Lucio Aquilanti jî got; “Teqez ev çîrok bi destê Cortazar bi daktîloyê hatine nivîsandin û berhemên resen in. Her wiha ew berhemên girîng in.”

Derbarê naveroka 7 çîrokan de kes tiştekî nizane, tenê sernavê çîrokan hatine parvekirin û ev çîrokên Cortazar heta niha nehatine çapkirin. Naven van 7 çîrokan jî ev in; Inventario, Carta de un fama a otro fama, Mariposas automáticas, Los viajes y los sueños, Diminuto unicornio, Rabia del espejo, û Rey del mar.
Ev çîrok dê di 12’ê Cotmehê de li Montevideo û Buenos Aires di muzayedeyê de werin firotin.

BUENOS AIRES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.