7 Bazên Zagrosan

Pêncşem 6 Gulan 2021 - 16:08

HPG'ê têkildarî 7 gerîlayên şehîd got, “Her 7 hevrêyên me yên bi pêşengiya hevrê Serhet Giravî li Çiyayê Avaşîn, bûn kelehek li pêşberî ketina Mamreşo, bi rojan bê navber her kêlî di nava berxwedanê de bûn, desteneke lehengiyê ya dîrokî nivîsandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên di êrişên dagirkeriyê yên li Herêma Avaşînê de şehîd bûyî, eşkere kir.

HPG’ê got, "Ji roja ewilî ya 23’ê Nîsanê êrişên dagirkeriyê Hevrêyên me Rûken, Sarya, Canfeda, Xebat, Zafer û Kamûran ên bi pêşengiya Fermandarê mezin Serhat Giravî ku li Girê Şehîd Mûnzûr a devera Mamreşo ya Herêma Avaşînê 10 rojan berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Hevrêyên me bi terzê nû yê gerîla bûye Bazê Zagorosan, derbên xurt li dagirkeran dan. Her 7 hevrêyên me yên bi pêşengiya hevrê Serhet Giravî de li Çiyayê Avaşîn bûn kelehek li pêşberî ketina Mamreşo, bi tevahî 10 rojan rê nedane dijmin. Bi rojan bê navber her kêlî di nava berxwedanekê de bûn, desteneke lehengiyê ya dîrokî nivîsandin."

HPG nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

  • Serhat Giravî (Kamûran Alpsar) ê li Colemêrgê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû
  • Rûken Zagros (Seher Bîngol) a li Colemêrgê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû
  • Sarya Diyar (Bîşeng Hezer) a li Şirnexê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû
  • Canfeda Hesekê (Şehbaz Îzzettîn Seydo) yê li Hesêkê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû
  • Xebat Aso (Ubeyt Mevludî) yê li Kirmaşanê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû Kirmanşah
  • Zafer Tolhildan (Muhammed Abdulkadir Huseyîn) ê li Qamişloyê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû
  • Kamuran Amed (Mustafa Şîmşek) ê li Amedê jidayikbûyî; 03’yê Gulana 2021’ê li Avaşînê şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.