600 malbatan xwe qeydkirin

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:10

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî astengiyên li kampên li sînorê Dihokê 637 malbat ji bo vegerîna ser cih û warên xwe navên xwe nivîsîne.

Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku hewl didin tîmên wan ên li Bexda, Nînowa û Silêmaniyê ji bo alîkariya karmendên wan ên li kampên sînorê Dihokê bişînin. Her wiha hate destnîşankirin ku hewl didin saetên karmendên xwe ji saet 08:00 heta 21:00’an dirêj bikin ku navê koçberên dixwazin vegerin ser cih û warên xwe qeyd bikin. Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di daxuyaniyê de da zanîn ku tevî biçûkbûna cihê karmendên wan ên li Dihokê, bi lez û dagirtî kar dikin ku bikarin di dema hatî diyarkirin de kampan vala bikin û hemû koçberan vegerînin ser cih û warên wan. Hêjayî gotinêye ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 30’ê Tîrmehê ji bo dema dawî ya valekirina hemû kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê diyarkiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.