Wênegirê Îtalî Valerio Minato, tevî sîlûetê çiyayan fotografekî xweşik ê heyvê girtiye. Wî fotografê xwe li nêzî devereke Torînoyê girtiye. Di fotografê wî de Bazîlîkaya Superga û Çiyayê Monviso tên xuyanê. Û li pişt wan jî heyeveke xweşik heye.
Serpêhatiyeke vî wêneyî heye. Valerio Minato di sala 2017’an de pê dihise ku şewqa heyvê dide Çiyayê Monviso û bi vî awayî di şeva tarî de sîtavake xweşik a çiya derdikeve holê. Ji wê salê ve hewl dide bi awayekî bi rêk û pêk wêneyê heyvê û çiya bi hevdu re bigire. Ev yek ji xeyalên wî yê herî mezin bû.
Heyv û çiya di salekê de tenê carekê dihatin tanga hev du. Ji lewma jî karê Valerio Minato zehmettir dibû. Wî çend salan li ber da, da ku hevy û çiya tam di tanga hevdu de bigire lê ji ber şert û mercên hewayî, nekarîbû xeyala xwe pêk bîne.
Valerio minato herî dawî di Kanûna sala 2023’yan de xeyala xwe pêk anî û fotografê ku dixwest girt.
TORÎNO