Osman Alkiş ê pêr li Mêrsînê polîsan bi ser mala wî de girtibûn û êşkence lê kiribûn, diyar kir ku 6 saetan sîleh xistine serê wî. Piştî lêgerînê polîsan gotiye “bi silametî be” û ji malê derketine.

Li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîz a Mêrsînê pêr polîsan bi ser mala Osman Alkiş ê 51 salî de girtibû. Bi hêceta ku lêgerîna kurê wî Serdar Alkiş ê sê sal berê çûye Elmanyayê heye bi ser malê de girtine. Osman Alkiş anî zman ku polîsan 6 saetan li mala wî lêgerîn pêk aniye û wî devrû dirêj kirine û sîleh xistine serê wî. Alkiş diyar kir ku polîsan bi kuçikan lêgerîn pêk aniye û piştî li malê tiştek nedîtine jê re gotine “bi silametî be” û ji malê derketine çûne. Alkiş got, tişta li wan hatiye kirin li dijî mirovahiyê ye û polîsan bi van kirinên xwe malbata wî tirsandiye. 

MA/MÊRSÎN