6 licne hatin ava kirin

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:57

Biryar e ku 11’ê Hezîrana bê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijaritnên şaredariyan çêbin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û licneyên wê yên li kantonan di nava  amadekariyan de ne. Her wiha partiyên siyasî, civakî û tevgerên jinan û kesayetên serbixwe yên ku wê beşdarî hilbijartinan bin di nav liv û tevgerê de ne. Li kantona Minbicê, piştî Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Licneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan di 9ˊê Gulanê de ava kir, licneyê dest bi avakirina lijneyên hilbijartinê kir. Endamê lijneyê li kantona Minbicê Ebdurehman El Himêdî diyar kir ku piştî kantona Firatê, Licneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan avakirina 6 lijneyên hilbijartinê li kantona Minbicê bi dawî kir.

Li gorî benda 24’an, Qanûna Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lijneyên hilbijartinê yên kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan e.

Di heman bendê de tê gotin, lijneyên hilbijartinê demkî ne, xebatên wê ji amadekariya hilbijartinan ve dest pê dike û bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi dawî dibe.

Mîsyona lijneyên hilbijartinê yên bajar û bajarokan, diyarkirina hejmara sendoqan, belavkirina wan li bajar û bajarokan, hilbijartina serokên navendên dengdanê û çavdêriya proseya hilbijartinan e.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.