6 gundên Serdeştê vala dikin

Duşem 28 Îlon 2020 - 02:33

Rejîma Îranê hinek gundên li ser sînorê Başûr û Bakur vala dike. Gava pêşî Îran 6 gundên Serdeştê vala dike. Rejîma Îranê bi vê dixwaze têkiliya navbera Rojhilat-Bakur û Rojhilat-Başûr qut bike. Wer xuya ye ku Îran jî mîna dewleta Tirk bi bahaneyên ewlekariyê dixwaze herêmeke tampon ava bike. Bi vî awayî jî dixwazin qadeke berfireh ji mirovan xalî bikin.
Li gorî agahiyan, pasdarên rejîma Îranê ji gundiyên herêmê re gotine gundên xwe terk bikin. Ji wan re dibêjin, gundên we nêzî sînor in, û divê hûn biterikînin.
Li parlementa Îranê nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê Kemal Hesenpûr ji serokê Desteya Ewlekariya Millî ya Îranê Elî Şemxanî re nameyek şand û nerazîbûna xwe ji ber valakirina gundan diyar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.