6 gorên komî li Şengalê tên vekirin
Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:48
- Li gundê Qinê yê başûr rojhilatê Şengalê, vekirina 6 gorên komî dest pê kir. Li gorî şahidên komkujiyê, cenazeyên qederê 100 kesan di van goran de hatibûn veşartin.
Li gundê Qinê yê başûr rojhilatê Şengalê, vekirina 6 gorên komî dest pê kir. Li gorî şahidên komkujiyê, cenazeyên qederê 100 kesan di van goran de hatibûn veşartin.
Di fermana 3´yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi hezaran kes bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilikirin. Li gelek gund û deveran, ev kuştin wekî komkujiyan pêk hatin. Kesên ku bi awayekî komî hatin kuştin jî, li ser hev di gorên komî de hatin veşartin. Heta niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin û 34 ji wan goran hatine vekirin.
Bi nêzbûna salvegera fermanê re, rewşa kesên çarenûsa wan ne diyar û gorên komî careke din di rojeva Şengalê de ye. Hikûmeta Iraqê wekî her sal îsal jî, di salvegera fermanê de dest bi kolandina gorên komî dike.
Li başûrrojhilatê Şengalê, li nêzî gundê Qinê kolana 6 gorên komî dest pê kir. Li gorî şahidan cenazeyê qederê 100 şehîdên fermanê di van gorên komî de hene. Pirraniya van kesan ji eşîra Mêrkan in û xelkê Til Qeseb, Til Benat, Solax û gundê Qinê ne.
Şandeya Rêveberiya Xweser jî amade bû
Bi sedan kesûkarên şehîdên fermanê di destê wan de wêneyên xizmên wan ên wenda ku tê texmîn kirin di van gorên komî de ne, ji bo vekirina gorên komî amade bûn. Her wiha şandeyeke ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî li gundê Qinê amade bû.
Vekirina gorên komî bi destê Saziya Şehîdan a Iraqê tê kirin. Piştî cenaze hatin derxistin, wê ji bo testa DNA’yê wan bibin Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê da ku nasnameya wan were zelalkirin. Her wiha ji aliyê gel ve ji bo şehîdan wê xêr were dayîn.
Di van kêliyan de vekirina gorên komî hatiye destpêkirin û tê payîn heya çend rojan dewam bike.
Bi giştî 6 gorên komî li derdora gundê Qinê hene û bi vekirina van goran, wê hejmara gorên hatine vekirin bibe 40.
ROJNEWS/ŞENGAL