53 hejmarên Kovara W´yê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Îlon 2020 - 03:59

  • Kovara W 1´ê Îlona 2004´an dest bi weşana xwe kiribû. Yanî beriya niha bi 16 salan. Kovara W kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî bû ku heta havîna 2016´an weşana xwe dewam kir.

Kovara W 1´ê Îlona 2004´an dest bi weşana xwe kiribû. Yanî beriya niha bi 16 salan.
Kovara W kovareke çandî, hunerî, wêjeyî û rexnegirî bû ku heta havîna 2016´an weşana xwe dewam kir.
Di amadekirina kovarê de 11 nivîskaran cih girt: Ayhan Meretowar, Dilawer Zeraq, Hîlmî Akyol, Îrfan Amîda, Lal Laleş, Mem Bawer, Mem Mîrxan, Merdan Newayî, Rêzan Tovjîn, Serkeft Botan, Sîdar Jîr. Nivîskaran xwedîtiya kovarê li ser navê Rojîn Zarg çêkir û edîtoriya kovarê jî dan Dilawer Zeraq û Sîdar Jîr. Lê di dûmahîkê de Edîtoriya kovarê ji aliyê Dilawer Zeraq ve hate kirin. Piştî hejmara sisiyan niviskar Çiya Mazî û helbestvan Berken Bereh jî beşdarî nav vê komê bûn û hejmara lijneya weşanê bû 13.
Hejmara yekem a kovarê 1´ê Îlona 2004'an derket. Di hejmara yekê de kovarê cih da 22 nivîskaran. Ji ber ku yekemîn car li bakurê Kurdistanê bi înîsiyatîfa nivîskarên kurd kovareke wêjeyî, çandî, nirxandin û aktuel derket, xwendevanên Kurdî hejmara yekem bi coşî pêşwazî kir. Kovarê di warê rexne-nirxandinê de jî teşeyekî nû da kovargeriya Kurdî.
Kovar piştî hejmara 13'an ji aliyê nivîskaran ve radestî Enstîtuya Kurdî ya Amedê hat kirin. Enstîtuyê di Gulana 2007'an de hejmara 14’an derxist û weşana kovarê ji hejmara 14’an û pê ve ji aliyê Enstîtuyê ve hate birêvebirin. Enstîtuya Kurdî ya Amedê di naverok û beşên kovarê de dewlemendiyek çêkir û hejmara nivîskarên kovarê berfirehtir kir. Enstîtuyê ji hejmara 13’an û pê ve kovar careke din bi rengê dumehane derxist.
Di Enstîtuya Kurdî ya Amedê de Semra Ozbey xwediyê kovarê û Azad Zal û Enîse Şîrîn jî bûn edîtorên weşanê. Hejmara 53´yê ya kovarê ji bo Tîrmeh, Tebax û Îlona 2016´an derket. Li ser êrişên dewleta Tirk ên qirkirinê li dijî saziyên Kurdî weşana kovarê jî sekinî.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.