HOGIR EDNAN
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL
Şîrîn Osman Ehmed li bajarokê Şoreş ê ser bi Çemçemalê ev zêdetirî 50 salan e ku tenûran çêdike û debara xwe pê dike.
Şirîn Osman Ehmed sala 1953’an li gundê Canê yê bajarokê Tekyey Cebarî ji dayik bûye û niha li Şoreşê dimîne. Hîna 15 salî bû, wê dest bi çêkirina tenûran kiriye.
Şîrîn hem zarokên xwe mezin dikir û hem jî tevî hevjînê xwe debara xwe bi karê çêkirina tenûran kiriye: “Hîn ji zaroktiyê ve min ji çêkirina nanê tenûrê hez dikir. Ez 15 salî bûm, min cara yekê li Tekyey Cebarî tenûr ji heriyê çêkir. Axa ku ez niha ji bo tenûran bi kar tînim, ji gundê Qurete yê nêzî Çemçemalê tînim. Nirxê tenûrên min 25 ta 30 hezar dînar e. Gelek caran jî alîkariya malbatên hejar dikim û qet pere ji wan wernagirim. Niha pêwîstiya min bi pere nîne. Lê ji bo tendirustiya xwe û ji ber ku hez ji vî karî dikim, dewam dikim.”
Ji gelek deverên Başûr, xelk ji bo tenûran bikirin berê xwe didin cem wê.