Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 49’an de didome ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.
Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive. Tevî hemû nerazîbûnan jî PDK ji van kiryarên xwe yên xerab nayê xwar.
NAVENDA NÛÇEYAN