5 şervanên HRE’yê şehîd bûne
Duşem 21 Mijdar 2022 - 00:43
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî deverên koçberên Efrînê lê de, 5 şervanên wan şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûne.
HRE’yê bi daxuyaniyekî nivîskî got, “Dewleta Tirk a qirker û faşîst herî dawî roja 19’ê Mijdarê bi şev li hember gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê êrîşên hewayî li dar xist. Di heman demê de di êrişên hewayî yên berfireh ên li dijî herêmên Til Rifet û Şera, gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Minix, Şewarxa de gelek cih û warên gelê me yê koçber hatin hedefgirtin. Di encama van êrişan de 5 şervanên me şehîd bûn. Her wiha 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûn."
HRE’yê da zanîn ku di êrişên hemwext de zêdetirî 20 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê hatine kuştin, zêdetirî 20 leşkerên wê jî birîndar bûne.
HRE’yê da zanîn ku ew ê bersiva êrişan bide.
EFRÎN