5 şehîdên Wan û Katoyê

Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:15

  • "Li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî li dijî dijmin kirin û nîşan dan ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê."

HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, "Li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî li dijî dijmin kirin û nîşan dan ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de got, "Li dijî êrişên tinekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên li Bakurê Kurdistanê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, di nava şert û mercên herî giran de mîsyona xwe ya dîrokî bi cih tînin û dema pêwîstî pê dibe, bi fedaîtî ber bi şehadetê ve dimeşin. Hevrêyên me Jînda, Canda û Êrîş jî di şerê me yê xwedîderketina li rûmeta gelê me de weke milîtanên pêşeng di 12'ê Hezîrana 2022'an de li Geliyê Anîtosê, di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û şer de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Hevrêyên me Rojbûn û Sason jî 2’yê Tebaxa 2022’yan di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bûn, di têkoşîna me ya şoreşê de bi fedaîtî kar kirin, bi fedaîtî şer kirin û bûn milîtanên mînak ên li ser meşa me ya xeta serketinê.”

Nasnameya van şehîdan wiha ye:

- Jînda Cûdî (Jiyan Konûr) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Fatma û Tahîr, 12'ê Hezîrana 2022´yan li Wanê şehîd bû.

-l Canda Welat (Canan Ozdemîr) a li Wanê ji dayik bûye, 12'ê Hezîrana 2022´yan li Wanê şehîd bû.

- Êriş Rizgar Kato (Şaban Yorgûn) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Zeynep û Ramazan, 12'ê Hezîrana 2022´yan li Wanê şehîd bû.

- Rojbûn Amara (Çîmen Ataman) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Gulistan û Abdûrrahîm, 2’yê Tebaxa 2022´yan li Katoyê şehîd bû.

- Sason Xelîl (Gokhan Toktaş) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Nadîre û Îzzettîn, 2’yê Tebaxa 2022´yan li Katoyê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.