HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Zapê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Bi rengekî fedaî tevlî berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anîn û di berxwedana me ya li ser xeta serketinê de bûn remza nemiran."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Qada me ya Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şahidî li berxwedanên bêhempa kir, îro careke din di bin êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de ye ku ji bo qirkirina gelê me tevdigere. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku gelek caran li qada Zapê derb xwar û ders jê negirt, gerîlayên me yên azadiyê li gorî mîsyona dîrokî ya Zapê bersivê didin û derbên giran li armancên dagirkeriyê yên mêtingeran dixin. Ji pêşengên vê têkoşîna destanî û dîrokî hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî, bi rengekî fedaî beşdarî çalakiyên bi bandor û berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anîn û bûn remza nemir a berxwedana me ya li ser xeta serketinê. Hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî bi fedakarî û wêrekiya xwe bûn ji mînakên bijarte yên xeta azadiya jinê û milîtaniya Apoyî. Ya ku dibe para me jî biserxistina têkoşîna me ya dîrokî ye ku me ji van hevrêyên xwe dewr wergirtiye.”

Nasnameya van şehîdan wiha ye:

* Nûda Kedkar (Leyla Guzel) a li Erziromê ji dayik bûye, keça Îpek û Mehmet Salîm, 29'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Çiya Rûbar (Duçem Çelîk) a li Êlihê ji dayik bûye, keça Guneş û Nazim, 21'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Demhat Herekol (Mehmet Halît Taş) ê li Sêrtê ji dayik bûye, kurê Kûdret û Sabrî, 8'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Tolhildan Hêvî (Ûmût Kûrtûlûş) ê li Duzceyê ji dayik bûye, kurê Emîne û Goksel, 27'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Cûdî Malazgîrt (Sînan Oncu) ê li Mûşê ji dayik bûye, kurê Zemzemû û Muhur, 31'ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

 

BEHDÎNAN