- Du fîşek lêketibûn… Ji hovîtiyê û wê de çi gotin heye, nizanim. Lê ji bo min gava ez behsa dewleta Tirk bikim, tiştekî ji vê çêtir pê dewleta Tirk terîf bikim nîne: Bi qesta kuştinê gule berdabûn şivanekî zarok, belesebeb, belkî ji kêfê re.
Ebdulah Berzan li gundê Xirab Kortê yê ser bi Qamişloyê gava hîna 13 salî bû, 20´ê Îlona sala 2018´an, eskerên Tirk ên dagirker ew li ser sînor birîndar kir. Ebdulah ji zarokatiya xwe xêr nedît, ji piştê ber jêr, felcê lê da. Guleyekê li hestiyê piştê, li movika wî xistibû. Guleyeke din jî derba birîneke nekewe, li gurcika wî xistibû. Kenê wî yê ku di wêneyekî beriya birîndarbûnê de li ser rûyê wî veniştiye, xwe lê herimand. Ew T-shirtê tîma Parîs Saint Germainê jî belkî êdî li xwe nekir.
Gava em nûçeyên, “di êrişa dewleta Tirk de zarokek birîndar bû” dixwînin, em gelek caran tenê hejmarê dixwînin: Zarokek! Yek Zarok!
Lê serpêhatiya li pey wî zarokî, jiyana wî, şert û mercên birîndarbûna wî û ka birîndariyê çi anî serê wî û malbata wî? Em li van napirsin. Jixwe em li van bipirsin, em ti carî di jiyana xwe de lê nefikirin ku xirabiya dewleta Tirk, ne ji bo qirkirina Kurdan e.
20 Îlonê, piştî nîvrojê, Ebdulah Berzan pezê malabata xwe yê li gund biribû çêrê. Ev ne tiştekî xerîb û ecêb bû ji bo Ebdulah, wî her roj piştî ku ji dibistanê vedigeriya malê, pezê xwe dibir çêrê. Dayika wî jî digot, li nav bênderan bû, ji xwe re dilîst. Yanî şivanê piçûk ji xwe re li nav bênderan dilîst jî.
Ebdulah xwe zêde jî nêzî sînor nekiribû, cihê ku gule lê ketin, 500 metroyan dûrî sînor bû. Jixwe, qesta kuştinê ya eskerên Tirk xwe bi her awayî dida der: Wan du gule li bedena piçûk a Ebdullah dabûn.
Piştî birîndarbûna Ebdulah, nûçeyên hingê dinivîsandin ku rewşa wî giran e. Lê bi rastî jî giran çi bû? Nûçe tê bîra min û heta tê bîra min ku bavê Ebdullah jî li ser meseleyê ji ajansa ANHA´yê re peyivîbû. Lê çîroka wî, serpêhatiya wî û ka vê “birîndarbûnê” çi ji wî kir, çi ji me kir? Ji me xef ma. Ez ê li vir gazina xwe ji rojnamevaniya kêm a li Rojava bikim. Çima me weke zarok û insan, Ebdulah Berzan nas nekir?
Du gule li canê zarokî dan
Di nûçeyeke kêm û ne temam de, bavê wî Berzan Ehmed ji ANHA’yê re gotiye, “Dewleta Tirk yekser kurê min kir hedef û gule berdanê. Dewleta Tirk ewqasî hov e ku dikare guleyan berde canê zarokekî piçûk ê bêguneh.’’
Delîl Hisên jî hingê li heman deverê pez biriye çêrê. Ew çawa dengê guleyan dibihîse, li Ebdullah digere. Wî li erdê dibîne: “Ez bezîm cem wî, me ew bir nexweşxaneyê. Yekser gule berdabûn canê wî. Du fîşek lê ketibûn.”
Du fîşek lê keti bûn… Ji hovîtiyê û wê de çi gotin heye, nizanim. Lê ji bo min gava ez behsa dewleta Tirk bikim, tiştekî ji vê çêtir pê dewleta Tirk terîf bikim nîne: Bi qesta kuştinê gule berdabûn şivanekî zarok, belesebeb, belkî ji kêfê re.
Di filma Cîran de eskerên Tirk ji kêfê re nîşanê ji dayikeke ciwan digirin û wê “bêhemd” dikujin. Di zaroktiya min de jî guleyek ji sînor bera cama mala me dabûn; hingê ew kêliya dayika min ji hişê xwe çû hatibû bîra min. Min ji xwe re got, belkî “bêhemd” be.
Şehîdekî bi temamî bêguneh
Lê na yabo na! Bêhemda çi halê çi! Du gule li canê Ebdulahê 13 salî yê li ber pezê xwe, xistin. Bi qest bi qesta kuştinê. Ha wan guleyan kir ku Ebdulah Berzan ji piştê û berjêr felc bibe. Ew ji Îlona 2018’an ve felc bû. Pêr, hîna neketî 18 saliya xwe, ji ber êşên birînên xwe êdî hew debar kir û ji vê dinyaya gewrik koç kir. Bû yek ji şehîdên Kurdistanê. Şehîdekî bi temamî bêguneh.
Ne bêhemd lê bi qest!
Ew îhtîmala “bêhemd” a hovîtiya mutleq, na na xirabiya mutleq a dewleta Tirk û hêzên wê yên eskerî jî bi vê şehadetê ji holê rabû. Ew ên ku li Bakurê Kurdistanê, li Riha, Semsûr, Mêrdîn, Batman, Amed û deverên din aliyê dewleta Tirk û desthilata wê ya heyî digirin, vê xirabiya mutleq rewa dikin. Ji bo ew bibînin û xweşik bibînin, ka ew li cem kê cihê xwe digirin, ji erkên rojnamevanên Kurd e ku temamê serpêhatiya Ebdulah Berzan binivîsin, dîmenan bigirin, bi gundiyên wî re bipeyivin, bi dayik, bav, xwişk û birayên wî re bipeyivin. Navê gund heta niha bi sê awayên cihê hatiye nivîsandin: Xirab Kurt, Xirab Korik û Xirab Kort. Xirab Kort navê gund e.
Filmek, peykerek, wêneyek, înstalasyonek li ser qesta kuştina zarokekî bêguneh û xirabiya mutleq a dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê jî bila bibe barê hunermendên Kurd.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê