5 sal ceza lê birrîn

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 01:56

  • Dewleta Elman 5 sala cezayê hepsê li girtiyê siyasî yê Kurd Ozger A. birrî. Ji ber nerazîbûna Kurdan û dostên wan, heyeta dadgehê cezayên pere li 3 kesan birrîn. 

DENIZ BABÎR/KOBLENZ

 

Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Koblenzê, ji ber ku poşman nebûye, 5 sal cezayê hepsê li Ozgur A. birrî. Ozgur A. bi xala qanûna ceza ya Elman a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan yanî xala 129b hat dadgehkirin. Xelkê hazir ê li hola dadgehê, nerazîbûna xwe ji biryara siyasî nîşan da û hakimê Elman jî cezayê pereyan li xelkê birrî. 

Ozgur A. li hepsa Koblenzê ji 29´ê Nîsana 2022’yan ragirtî bû û rûniştina biryarê ya doza wî çarşema bihurî (doh) bi   rê ve çû. Parêzerên wî Berthold Fresenius, Rene Bans û gelek kesên din di dema rûniştinê de hazir bûn.

Dadgehê hema di beşê yekê de 5 sal cezayê hepsê yê li dijî Ozgur A. erê kir. Kurdan û aktîvîstên Elman li hemberî biryarê bi slogana “Es Lebe PKK (Bijî PKK)”, Ozgur A. jî bi slogana “Bijî Berxwedana PKK´ê” nerazîbûna xwe nîşan dan. Heyeta dadgehê li 2 Kurdan û aktîvîstekî Elman 300 Euro cezayê pere birrî. 

 

Hazirbûna li rûniştina dozê jî sûc hesibandin

Heyeta dadgehê, di biryara xwe ya bi hincet de tevahiya xebatên çandî û siyasî yên Ozgur A. sûc hesibandin. Di nava van de organîzekirina mîtîngê li ber Avahiya Parlamena Ewrûpayê û beşdarbûna rûniştineke dozeke din a siyasî ya li Koblenzê jî hebûn. Ozgur A. di rûniştineke doza siyasî ya li dijî Gökmen Ç. bûbû. Dewleta Elman bi dozeke siyasî par li Gokmen Ç. ceza birrîbû.

 

Ji nerazîbûnê ne razî bûn

Gava ku heyeta dadgehê, biryara xwe ya bi hincet dixwend, aktîvîstekî Elman bi dengekê bilind got, “Erdogan dîktator e”. Li hemberî vê nerazîbûnê, heyeta dadgehê 300 Euro cezayê pere li vî aktîvîstî birrî. Ji bo sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên Kurd bi kar tîne, ji ber ku di biryarê de hat gotin, “Belkî dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar tîne” Kurdekê got, “Ne belkî, bi kar tîne”. Heyeta dadgehê li vê Kurdê jî 500 Euro cezayê pere û rojek jî cezayê hepsê birrî. 

 

Cezayê tu çima poşman nebûyî

Heyeta ku di doza siyasî de biryara siyasî da, îma kir ku 5 sal cezayê hepsê cezayekê adilane ye û got, “Ji ber ku di asta herêmê de rêveberî kiriye û îtîraf nekiriye, me ev ceza guncaw dît.” Di hincetan de behsa xwediyê mala Ozgur A. lê maye jî hat kirin; heyetê got, wî jî hin pirs bê bersiv hiştine û îtîraf nekiriye.  Ji ber vê helwêsta kêfî Kurdeke din ê li holê hazir nerazîbûn nîşan da. Heyetê 300 Euro cezayê pere li wê jî birrî. Parêzerên Ozgur A. jî li ber ceza rabûn, doz birin dadgeha bilindtir. 

 

Em hemû PKK´yî ne

Piştî ku heyeta dadgehê biryar dawî xwend, ji holê derket. Xelkê li holê, nerazîbûna ji biryarê bi gotina sloganê “Es Lebe PKK, em hemû PKK´yî ne, me jî bigirin” nîşan da. Piştre li pêşiya Dadgeha Ceza a Eyaletê ya Bilind a Koblenzê, ji bo piştgiriya bi Ozgur A. re meşeke protestoyî hat kirin. 

 

Doz jî biryar jî siyasî ne

Ji parêzerên Ozgur A.yî Berthold Fresenius got, di dozeke siyasî de biryareke siyasî hat dayîn û wiha peyivî: “Dewleta Elman, eynî siyaseta T.C.´yê ya li Tirkiyeyê li vir tetbîq dike. Ji ber ku muwekîlê min xwe dûrî PKK´ê nekir û poşman nebû, cezayekî evqasî bilind lê hat birrîn. Elmanyayê tenê di çarçoveya têkiliyên xwe yên ligel dewleta Tirk de biryar da.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.