• HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Bi şerê xwe derbên giran li artêşa Tirk a qirker xistin û di nava şert û mercên herî giran de nîşanî dost û dijminan dan ku gerîlatiya Apoyî têk naçe.” 

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Bi şerê xwe derbên giran li artêşa Tirk a qirker xistin û di nava şert û mercên herî giran de nîşanî dost û dijminan dan ku gerîlatiya Apoyî têk naçe.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “8’ê Cotmeha 2021’ê li herêma Avaşînê di bombardûmana giran a dewleta Tirk a dagirker de li deverên Dola Konferansê û Tabûra Ereban, milîtanên pêşeng ên Pêngava Bazên Zagrosê Hozan, Hebûn, Çiya, Hogir û Mizgîn şehîd bûn.”

Fermandarê Efsanewî

HPG´ê ji bo şehîd Hozan Kato got, “Hevrêyê me Hozan sala 2009’an tevlî nava refên gerîla bû. Li her warî bi tevlîbûneke bi fedakarî hewl da mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih bîne, di heman demê de bi kesayetiya xwe ya dilnizm jî bû mînak ji hevrêyên xwe re. Ji sala 2016’an û pê ve li herêma Avaşînê di nava 5 salan de tevlî bi dehan çalakiyên li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû û gelek caran nîşanî dijmin da ku gerîla têk naçe. Hevrêyê me Hozan ku yek ji fermandarên pêşeng ê Pêngava Bazên Zagrosê bû, hem bi hostatiya xwe ya di şer de hem jî bi sekna xwe ya bi pîvan a di jiyanê de bû hevrêyekî mînak û li Avaşînê bû yek ji fermandarên efsanewî.”

HPG´ê ji bo şehîd Hebûn Kato jî got, “Hevrêya me Hebûn li navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye dinê. Hevrêya me Hebûn ku piştî tevlî nav refên gerîla bû li Bakurê Kurdistanê têkoşiya. Hevrêya me Hebûn piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Hevrêya me Hebûn tevlî berxwedana bêhempa ya li Avaşînê bû û pêşengî li berxwedana heyî kir. Bi zîrektiya xwe ya di şerê tîmên mobîl de tevlî gelek çalakiyan bû.”

Ji bo şehîd Çiya Tendurek, HPG´ê got, “Hevrêyê me Çiya sala 2014’an piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê dibin ser Rojava û Şengalê, ji bo ku gelê me biparêze, tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Çiya di şerê dijî DAIŞ‘ê de peywira xwe serkeftî bi cih anî û piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dema ku li Avaşînê bû, weke milîtanekî Apoyî bi fedakarî û dilnizmî tevlî nav xebatê û berxwedanê bû, bi xisletên xwe kiriye ku hevrêyên wî, wî teqdîr bikin. Di pêvajoya şer de peywira xwe ya fermandarî û pêşengiyê bi hesasiyeteke mezin bi cih anî, bû pêşengê şerê tîmên mobîl. Bi şerê tîmên mobîl li her deverên dewleta TC’ê ya êriş biriye ser wan dest hat werdan û derbên giran li dijmin hatin xistin.”

Ji bo şehîd Hogir Deravî jî HPG´ê got, “Hevrêyê me Hogir di nav malbateke welatparêz a eşîra Ertûşî ji dayik bûye. Hevrê Hogir li Avaşînê tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî jiyana xwe ya şoreşger li Avaşînê derbas kiriye û bi Avaşînê re bûye yek.

Wî li her qada Avaşînê xebat meşandiye û bûye xwedî tecrûbeyeke xurt. Hevrê Hogir bi kesayetiya xwe ya xwezayî û enerjîk ji bo hevalên xwe bûye çavkaniya moral û di heman demê de bi helwêsta xwe ya li qada şer û bi hêrsa li hemberî dijmin, bawerî daye hevrêyên xwe.” 

HPG´ê ji bo şehîd Mizgîn Dilbirîn got, “Hevrê Mizgîn li Kobanê ji dayik bûye. Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye di hunerê şer de xwe xurt kiriye û wekî gerîlayeke xurt tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Li Başûrê Kurdistanê li gelek deveran wê xebatên şoreşê meşandin û piştre çû Avaşînê. Hevrê Mizgîn li vê derê jî bi bîreweriya pêşengiyeke jinê tevgeriya. Hevrê Mizgîn bûye yek jî pratîkvanên pêşîn ê şerê tîma gerok. Hevrê Mizgîn bû yek ji milîtanên pêşeng ên Pêngava Bazên Zagrosê.” 

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û nasnameyên şehîdan jî eşkere kirin:

- Hozan Kato (Agît Biro) yê li Dirbesiyê ji dayik bûye, kurê Fatma û Îsmaîl

-  Hebûn Kato (Sumeyye Ataman) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Rahîme û Tahîr


-  Çiya Tendurek (Mesût Salazer) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Kamîle û Mahmût


-  Hogir Deravî (Ahmet Dûman) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Asya û Omer


-  Mizgîn Dilbirîn (Fatma Îbrahîm) a li Helebê ji dayik bûye, keça Wahîde û Ezîz

BEHDÎNAN