HRE'yê ragihand ku di navbera 1 û 4'ê Adarê de li Efrîn û Ezazê di çalakiyên li dijî dagirkeran de gelek çete hatine kuştin û gelek wesayitên çeteyan jî hatine îmhakirin. 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) encamên çalakiyên ku li Efrîn û Ezazê li dijî çeteyan pêk anî, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "1'ê Adarê, li Ezazê seyareyeke serçeteyekî hat şewitandin.

2'ê Adarê, li navenda Efrînê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li navçeya Şêrawa li hember mewziyên artêşa dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareyeke zirxî bi cureya Kirpî hat rûxandin. Der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal bi dest neketin.

3'ê Adarê, li herêma Efrînê, li ser rêya Cindirêsê, li hember bendeke kontrolê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

4'ê Adarê, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember artêşa dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de seyareyeke pîkap hat rûxandin û yekê jî derb xwar."

ANHA/QAMIŞLO