- Li Wargeha Penaberan Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdulah Ocalan, dar hatin çandin.
Li Wargeha Penaberan Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdulah Ocalan, dar hatin çandin. Doh danê sibehê li parka 4’ê Nîsanê û li dibistana seretayî ya Nûrî Dersimî, dar hatin çandin.
Beriya ku dar werin çandin ji bo giyanê tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevserokê Şaredariya Wargehê Bedran Pîran ve axaftinek hate kirin.
Bedran Pîran got; “Em wekî hersal bi boneya pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo dar diçînin, îsal jî emê li parka 4’ê Nîsanê dar biçînin. Ev roj di dîroka gelê Kurd de ji bo tevahiya gelên bindest, bûye rojeke hêviyê. Ev roj şiyarbûna gelê Kurd û azadbûna ji bindestiyê ye. Her mirovekî ku dibêje ez Kurd im, divê li Rêber Apo, rojbûna xwe xwedî derkeve. 4’ê Nîsanê li gelên bindest, gerîlayên li serê çiya, girtiyên zindanan û bi taybetî jî li gelê Mexmûrê pîroz be.”
Piştî ku dar hatin çandin, şêniyên wargehê ji bo pîrozbahiya 4’ê Nîsanê berê xwe dan Navenda Çand û Huner, yanî meydana şahiyê.
Asayîşa Êzidxanê jî dar çandin
Asayîşa Êzîdxanê jî li Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê dar çandin. Endamên Asayîşê 4’ê Nîsanê li Rêber Ocalan, gelên bindest û Êzîdiyan pîroz kirin.
Asayîşa Êzîdxanê li hemû cihên seytereyên xwe û navenda xwe dar çandin.
Endamên Asayîşa Êzîdxanê diyar kir ku ew 4’ê Nîsanê weke rojbûna civakên bindest dibînin û rojbûna Ocalan, li gelên bindest pîroz kirin.
ROJNEWS/MEXMÛR-ŞENGAL