478 dagirker hatin kuştin
Sêşem 31 Kanûn 2024 - 03:10
- Navenda Parastina Gel bîlançoya şer a sala 2024'an eşkere kir. Di 1124 çalakiyên gerîla de 478 dagirker hatin cezakirin, 18 SÎHA hatin xistin. Di êrîşên dagirkeran de ku teqemeniyên qedexekirî û madeyên kîmyewî jî hatin bikaranîn, 134 gerîla şehîd bûn.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2024'an eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin:"Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi têkoşînê dest bi sala 2024'an kir û li hemberî êrişên dijmin ên ku di nava salê de bênavber hatin kirin, berxwedan mezin kirin. Dewleta Komara Tirkiyeyê ku hebûna xwe li ser qirkirin û tasfiyekirina gelê Kurd ava kiriye, di sala sedemîn a damezrandina xwe de xwest, vê armanca xwe bibe serî. Desthilatdariya AKP-MHP'ê di dema nû de ji xwe re kir armanc ku gelê Kurd qir bike, xwe bigihîne sînorên Mîsakî-Mîllî û bi armancên xwe yên Osmaniya Nû bibe hêzeke hegemonîk a li herêmê. Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê di nava 10 salên dawî de bi temamî berê xwe da vê armancê, sermayeya gelê Tirkiyeyê bi temamî li şerê qirkirina Kurdan xerc kir, nirxên Tirkiyeyê hemû pêşkêşî hêzên navneteweyî kir, ji derve û ji xiyanetkarên Kurd bi her awayî piştgirî wergirt, teknîka şer a herî pêşketî ya li ber destê xwe, bombeyên taktîk nukleer ên ku li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne û bikaranîna wan sûc e, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî bê ser û ber bi kar anî, gelê me yê sivîl gelek caran qetil kir, sîstema zext û êşkenceyê ya li zindanan gihand asta herî bilind û heta dawiyê di vê yekê de israr kir. Gelê Kurd jî di serî de Rêbertî, Tevgera Azadiyê û Gerîla, li Kurdistanê û li derveyî welat li hemberî van êrişên qirkirinê têkoşîneke berxwedanê ya bêhempa kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku baş zanin ew hêza parastina rewa, pêşeng, hêvî û çavkaniya hêzê ya gelê Kurd e, li ser vê bingehê di sala 2024'an de jî barê têkoşînê hilda ser milê xwe. Pêşengên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ku 1'ê Cotmeha 2023'an li Enqereyê li hemberî cihekî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk çalakiya fedaî kirin, taktîk û rêbaza demê û ruhê fedaî yê Apoyî yê ku divê esas bêne girtin, diyar kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî pîvanên fedaiyên Apoyî ji xwe re kirin esas û di sala 2024'an de têkoşîna xwe hîn bi pêş ve birin.
Li Bakur negihiştin armancê
Dewleta Tirk a qirker mêtinger ku beriya niha digot, wê hebûna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê tasfiye bike, bi vî rengî da pey xewn û xeyalên pûç û ji bo vê jî hin dem diyar dikir, li pêşberî têkoşîna bi biryar a gerîla fêhm kir ku êdî nikare bigihêje vê armanca xwe, lewma neçar ma ku dest ji van gotinan berde. Gavên stratejîk û taktîkî yên gerîla yên li gorî ruhê demê planên dijmin têk birin, ku ev yek di têkoşîna sala 2024'an de bi şênberî hate dîtin. Ya ku ev encama dîrokî û girîng afirand, sekna leheng a gerîla bû ku li Dersimê bi pêşengiya Edessa Cejna, li Botanê Bêrîtan Nûrhak Çiya, Herekol Şiyar, Brûsk Kato, Benda Amed û Serhat Jêhat, li Mêrdînê Mehmet Cûdî û Zerdeşt Sûrûç, li Serhedê Şêxmûs Malazgîrt û Berwar Dersim, li Amedê Hebûn Pîro û Botan Osyan, li Wanê Zagros Cûdî nîşan dan. Di têkoşîna sala 2024'an de li Bakurê Kurdistanê 36 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Gerîla dagirker eciqandin
Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam kir, ji 16'ê Nîsanê û pê ve gav bi gav berê xwe da eyaletên Metîna û Metînayê, piştre jî bi piştgiriya eşkere ya hevkarê wan PDK û hikumeta Iraqê di 3'ê Tîrmehê de jî berê xwe da Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Zapê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji payîza 2023'an heta bihara 2024'an bi Operasyonên Şoreşgerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa dagirker eciqand, derbên kuştinê lê dan û gelek baregehên wan tasfiye kirin, ku ji ber vê yekê artêşa Tirk a dagirker kete nava dudiliyeke mezin. Ji ber vê tirsê mîna ku berê dikir vê carê yekser êrişî qad, çeper û tunelên gerîla nekir, hewl da li deverên valahî lê hebûn bi cih bibe û dagir bike. Di têkoşîna sala 2024'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêşengiya fermandarên me yên fedaî yên Apoyî Alan Milazgîr, Orhan Cihat Bingöl, Şiyar Efrîn, Dr. Sara Tolhildan, Zîlan Amed, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Tufan Koçer, Devrim Botan, Xebat Türkmen, Piling Germiyan, Ebu Leyla Şehîd, Sema Cuya Çewlîk, Ezîz Mûsil, Asmîn Seyît, Cemal Dêrezor, Kurtay Şahin, Hogir Merwan 98 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê rastiya wê derfetê nîşan dan ku bi rêbaza şerê tunelan dijmin dikare bê rawestandin, qad dikare bê parastin û di her kêliyê de derb li dijmin dikare bê xistin.
134 gerîla şehîd bûn
Di sala 2024'an de li Bakurê Kurdistanê 36, li Herêmên Parastinê yên Medyayê 98; bi giştî 134 hevrêyên me bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hatin parvekirin.
9 ji fermandar 478 kuştî
Artêşa Tirk a dagirker di destpêka salê de îdîa kir ku wê rêbaz û taktîkên nû pêk bîne û gelekî propagandaya vê kir. Lê belê pratîka heyî ya li qadê nîşan dide ku rewş berevajî vê ye, artêşa Tirk rîsk da ber çavên xwe û hin yekîneyên xwe yên bi tevger berda nava qadê û ya berê tenê dubare kir. Di êrîşên dagirkeriyê yên sala 2024'an de artêşa Tirk nekarî bigihêje armanca xwe, bêencam hate hiştin, ji xitimandina taktîkî nekarî xwe rizgar bike û binketî bû. Di têkoşîna sala 2024'an de li navenda fermandariyê ya operasyonên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yarbayek, 2 serdar, serpelek jî di nav de 9 fermandarên bi paye bi giştî 478 dagirker hatin cezakirin û derba giran li artêşa dagirker hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker weke ku salên derbasbûyî dikir, îsal jî fermandarên ku operasyonên dagirkeriyê bi rê ve dibirin guhert, fermandarên ku gelekî bi wan piştrast bû û pesnê wan dida ji ber rewşa serneketî neçar ma ji wezîfeyê dûr bixîne.
18 SIHA hatin xistin
Di Newrozê de ku cejna azadiya neteweyî û berxwedanê ya gelê Kurd de mizgînî da gelê me, ragihand ku li hemberî makîneyên mirinê yên SÎHA ku rejîma AKP-MHP a faşîst li dijî gelê Kurd bi xwînxwarî bi kar tîne êdî bûye xwedî derfeta tasfiyekirina wan, ji 13'ê Sibata 2023'an û pê ve bi giştî 15 SÎHA yên cuda anîn xwarê, dîmenên wan weşand. Ev çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî di sala 2024'an de jî dewam kirin, di 27'ê Gulanê de li ezmanên Qendîlê SÎHA'yeke AKSÛNGÛR, 6'ê Hezîranê li ezmanên Asosê SÎHA'yeke ANKA û di 12'ê Tîrmehê de jî li ezmanên Asosê SÎHA'yeke AKSÛNGÛR hatin xistin. Dewlet û artêşa Tirk, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku gelekî propagandaya SÎHA'yan dikir, li pêşberî xistina wan ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hejiya, ji bo vê yekê nîşanî derve nede ti carî qebûl nekir.
Derbên hêzên parastina hewayî
Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Kurdistanê ne tenê SÎHA'yên dijmin beralî kirin, di heman demê de bi pêşketina teknîkî ya di astên cuda de û bi hostatiya xwe ya pêkanîna vê yekê re weke Yekîneya Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş gavên girîng avêtin. Vê gava Hêzên me yên Parastina Hewayî derfet afirand ku ji hewayê derb li artêşa dagirker bê xistin, dagirkeran li gir û baregehên lê bi cih bûn derb li ser hev xwarin, windahiyên gelekî cidî dan, neçar ma xwe bigire nava xwe û psîkolojiya ku di her kêliyê de dikare derba mirinê li her deverê bixe kete nava dagirkeran.
Çalakiya fedayî ya li TUSAŞ’ê
Tîma otonom a Tabûra Nemiran hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ku têkoşîna sala 2024'an ji aliyê çalakiyan, pêşketin û pêngavan ve gihand asta herî bilind, di 23'ê Cotmehê de li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin. Ev çalakiya fedaî ya dîrokî û serketî ku li hemberî navenda TUSAŞ'ê hate kirin ku li vê deverê makîneyên komkujiyê yên dewleta Tirk a qirker mêtinger ên li dijî gelê Kurd lê têne afirandin, derba giran û kuştinê li dijmin xist. Fedaiyên Nemiran ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xurt kirin û di taktîk û rêbaza gerîla de profesyonel kirin, her cûre astengî ji pêşiya xwe rakirin, xwe gihandin paytexta dijmin û li hemberî vê baregeha ku weke çavreşika dijmin dihate pênasekirin û di asta herî bilind de dihate parastin, ev çalakî kirin. Ev fedaîtiya hevrê Asya û Rojger asta çalakiya kêliyekê derbas kir, 74 deqeyan li hemberî bi sedan hêzên dijmin şer kirin, xeleka ewlekariyê ya dijmin bi lehengî tasfiye kirin, ketin nava baregehê û fetih ikrin, piştî ku cebilxaneya xwe hemû li dijî dijmin bi kar anîn, weke ku plan kiribûn bi rengekî fedaî ber bi şehadetê ve meşiyan. Neferên pêşeng ên Tabûra Nemiran ruh, taktîk, rêbaz, profesyonelî û afirînerî bi rengekî bê qisûr pêk anîn ku bi vê yekê re têkoşîna me ya fedaî derbasî qonaxeke nû ya bilind bû.
Têkoşîna sala 2024'an nîşan da ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çiyê heta metropolan, ji eraziyê heta bi tunelên şer, ji bejahî heta bi hewayî li her qadê rêbaza tîmê pispor a şer û hêza pêkanîna gerîlatiya profesyonel raxist pêş çavan. Bîlançoya şer a sala 2024'an bi vî rengî ye:
Êrişên dewleta Tirk
Balafirên Şer 3255, Helîkopterên Êrişê 973, Dronên Bombebarkirî 136, Bombeyên Taktîk Nukleer 2, Çekên Kîmyewî 345, Teqemeniyên Qedexekirî 645
Hevrêyên şehîd
Hevrêyên Me Yên Şehîd Bûn 134
Çalakiyên hêzên parastina hewayî
SÎHA'yên Hatin Xistin 18, Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 23, Yekîneya Şehîd Dogan Zinar 58, Tevahî Çalakiyên Hewayî 99
Çalakiyên bejahî
Xweberdana Nav Dijmin 1, Êriş 2, Operasyonên Şoreşgerî 3, Kemîn 4, Çalakiyên Koordîneyî Yên Gerîla 13, Sabotaj 62, Sekvanî 229, Pevçûn-Derblêdan-Destwerdan 302, Çekên Giran 409, Tevahî Çalakiyên Bejahî 1025, Tevahî Çalakıyên Hewayî Û Bejahî 1124
Kuştiyên dijmin
Dagirkerên Bi Paye Yên Hatin Cezakirin 9, Dagirkerên Hatin Cezakirin 469, Temamiya Dagirkerên Hatin Cezakirin 478, Dagirkerên Birîndar Bûn 161"
BEHDÎNAN