Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Mustefa Mewlûdî got, di nava 30 salên bihurî de li Başûrê Kurdistanê qederê 450 endamên partiyên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. 

Mewlûdî sêşema bihurî ji Radyoya Dengê Amerîkayê re peyivî û got, hêzên rejîma Îranê di nava 30 salîn bihurî de li Başûrê Kurdistanê qederê 450 endamên partiyên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê kuştine. 

Şemiya bihurî endamê Komîteya Navendî yê PDK-Îranê Mûsa Babaxanî li Hewlêrê li otela lê dima qetilkirî hat dîtin. Piştî vê cinayetê, Mewlûdî ev daxuyanî da. 

Sala 2018´an jî fermandarê eskerî yê PDK-Îranê Qadir Qadirî li Ranyayê li devera Balisanê kuştî hatibû dîtin. Partiya wî ji ber kuştinan Pasdarên rejîma Îranê berpirsiyar girtibû.

NAVENDA NÛÇEYAN