• “2’ê Sibatê bi biryara Erdogan, hêzên artêşa Tirkiye yên hewayî êriş birin ser Şengal û Kampa Mexmûrê û ev dever bomberan kirin.

ALÎ OZŞERÎK / TİCİNO

Li kantona Ticino ya Swîsreyê komek bijîşk ku di navê de kesên weke Dr. Franco Cavalli (onkolog), Dr. Mario Alerci (radyolog), Prof. Pietro Majno Hurst, Prof. Giorgio Noseda (kardiylog), Prof. Olivia Pagani (onkolog), Dr. Beppe Savary Borioli û Foruma Hewldanê ya Alternatîf (bijîşkên malbatan) hene, ji bo Şengalê dest bi kampanyayekê kirin.

Daxuyaniya kampanyaya bijîşkan di çapemeniya Ticino de jî cih girt û ew di daxuyaniya xwe de dibêjin, “2’ê Sibatê bi biryara Erdogan, hêzên artêşa Tirkiye yên hewayî êriş birin ser Şengal û Kampa Mexmûrê û ev dever bomberan kirin. Di vê bombebaranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Li Mexmûrê bi qasî 13 hezar kes dimînin û kamp li gorî rêgezên konfederalîzma demokratîk bi rê ve diçe. Rêgezên li Rojava, li Mexmûrê jî dewam dikin û civaka Mexmûrê xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ji ber van sedeman jî Erdogon sîstema li wir ava dibe, ji bo xwe weke tehdît dibîne. Ji lewre jî di her fersendê de êrişê dibe ser Mexmûrê û dixwaze bingehê pergala konfederalîzma demokratîk xera bike.”

Êrişî Şengalê jî dike

Di daxuyaniyê de hat gotin, heman tiştên ji bo Mexmûrê ji bo Êzîdiyên Şengalê jî lê ne. Şengal jî di sala 2014’an de li hember êrişên DAIŞ’ê li ber xwe dabû û xwestibû pergala ku ava kiriye, biparêze. Di daxuyaniyê de ji bo Şengalê jî tê gotin, “Li Şengalê Êzîdî bi rêgezên konfederalîzma demokratîk tevdigerin û li gorî van rêgezan civakeke ekolojîk û wekhev ava kirin. Ji ber van sedeman Erdogan di her fersendê de Şengalê bomberan dike.”

Klînîkên gerok ên tendûristiyê

Di dewama daxuyaniyê de înîsiyatîfa kampanyayê got, beriya bi mehekê “Crescent Kurdistan Îtalya” ji bo herêmên Şengalê, da ku li gundan bi klinîkên gerok kar bikin dest bi kampanyayê kiribû û derbarê kampanyayê de jî got, “Ev klînîk dê hefteyê 3 rojan di navbera saet 08:00 û 13.00 ‘an de xizmetê ji gel re bike. Ev klînîk dê her roj li gundekî be û cih biguherîne. Budceya projeyê 45 hezar dolar in. Ji bo cîhaz û dermanan 3 hezar, ji bo wesayîteka lezgîn a nexweşan 40 hezar û ji bo karmendên ku dê li wir bixebitin jî pêdivî bi 2 hezar dolarî heye.”

Foruma Alternatîf bang li gelê Ticino kir û got, “Ev deverên demokratîk ku bi pergaleke demokratîk bi rê ve diçin, darbeyên mezin xwarin.

Em dixwazin hûn piştgiriyê bidin me. Hûn jî bi me re bibin hevkarê alîkariyê.”

Hûn jî dikarin alîkar bin
Forûmê hesabê ji bo alîkariyê jî wiha da zanîn:

ÇKP 69-669125-1
ForumAlternativo, CP 1414, 6901 Lugano, “Rojava”  
IBAN CH78 0900 0000 6966 9125 1