Di dema kolanên arkeolojîk ên li deverên Filistîniyan ên li bakurê Îsraîlê de 44 zêrên serdema Bîzansî hatin dîtin. Li ser pirraniya wan pelikên zêr sûretên împaretor Fokas û împaretor Heraklîus hatibûn derbkirin. Fokas jî di navbera 602 û 610´an de împaretor bû û Heraklîûs ji 610 ta 641´ê împaretor bû li paytext Konstantînopolîsê. Ji bilî pelikên zêr, gelek tiştên din ên nirxbilind jî hatin dîtin. Ev pelikên zêrî, pereyê sereke yê serdema Bîzansê bû. Lê ev zêr muhtemel e ku yên beriya 635´an bin, lewma hingê artêşên Misilman Filistîn fetih kirine. 

Tişta taybet a van pelikan ew e, mirov dikare ji ciwaniyê heta bi navseriyê sûretên kurê Fokasî, Heraklîûs li ser van pelikan bibîne. Herî dawî wekî bavê xwe bi reh li ser van pereyên zêrî sûretê wî hatiye derbkirin. 

Cihê kolana arkeolojîk jî devereke parastina xwezayê ya Rûbara Hermon e. Ev der berê cihwarê bajarê kevnar Baniyasê bûye. Ev pelikên zêrî di bin dîwarekî ji keviran de hatine dîtin.

Arkeolog dibêjin, ev pelikên zêr wê her wiha jiyana aborî ya li Baniyasê jî rohnî bikin.

QUDS