- HPG’ê: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di Hezîranê de 45 çalakî kirin, 44 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Di êrişên dagirkeran de 10 gerîla şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a Hezîranê eşkere kir. HPG'ê got, "Dewleta Tirk netewe dewletek e ku weke nijad xwe dispêre Tirkperestiyê. Sîstema netewe dewletê ya Tirk a faşîst ji xwe re kiriye armanc ku ji bilî Tirkîtiyê pêkhateyên etnîk, ji bilî Sunîtiya fermî ya dewletê baweriyan bi rêbazên qirkirin û asîmîlasyonê ji holê rake, civak û gelên li Tirkiyeyê hemûyan bike Tirk, Suniyên Tirk û ji bo vê jî komkujiyên gelekî hovane kirin. Di 2'ê Tîrmeha 1993’yan de li Sêwasê 34 canên me yên Elewî bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Di salvegera 30'emîn a vê komkujiya li dijî mirovahiyê de em şehîdên demokrasiyê û canên li Sêwasê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin."
Gerîla têkoşînê dewam dike
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Dewleta Tirk a qirker mêtinger bi heman mejiyê faşîzan êşkenceya psîkolojîk û tecrîda li ser Rêber Apo, her wiha êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dewam dike. Ji van êrişên ji bo qirkirina gelê Kurd, ya herî girîng li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê kirin. Wateya gerîla ya ji bo gelê Kurd, rola xwe ya di parastina rewa ya gelê me de, temînata doza azadiyê û hêza pêşeng a têkoşîna me sedem e ku dijmin timî êriş bike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji bo têkoşîna azadiyê û hebûna gelê me bi berpirsyariya xwe ya rojane û dîrokî ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê fedaî yê Apoyî têdikoşin.
26 caran bombeyên qedexe bikaranîn
Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê tevgerên berfireh ên êrişê pêk anîn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bênavber ji bejahî û hewayî ve bombardûman kirin. Di nava Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrişê, 2148 caran bi obus, tank û çekên giran bombardûman hate kirin. Li dijî çeperên me yên li Qadên Berxwedanê 26 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Ji bo hilweşandina çeperên me jî bi kepçeyan êriş kirin.
45 çalakî hatin pêkanîn
Hêzên me li dijî êrişên dijmin di pozîsyona xweparastinê de bûn, ji 13'ê Hezîranê û pê ve ketin pozîsyona çalakiyê ya çalak û derb li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li dijî êrişên dijmin, hêzên me di nava Hezîranê de 45 çalakî kirin, di encama van çalakiyan de kontrayek û 44 dagirker hatin cezakirin. Her wiha wesayiteke tîpa Reo, sîstemeke kamera ya mobesse û sîstemeke radarê îmha kirin.
Ala şehîdan wê bê biserxistin
Di Hezîranê yanî meha fedaiyan de, li Amedê endamê fermandariya eyaletê fermandarê me yê fedaî hevrê Xemgîn (Samî Ozdemîr), Bahoz, (Umît Korkmaz), Zîn (Dîlan Gokalp), Mahsûm (Vedat Ayhan), li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hevrê Asya (Kadriye Tetîk), Azad (Thomas Johann Spîess), Koçer (Diyako Saîdî), Zana, Zagros û Berxwedan ên bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber her cûre zor û zehmetiyan rabûn, şehîd bûn. Hevrêyên me yên şehîd, ji Botanê heta Serhedê, ji Amedê heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Azad ê Elman heta bi Asya Tirk a ji Ordûyê, bûn rastiya têkoşîneke mil bi mil a şoreşgerên înteransyonalîst û Kurdistanê. Rastiya têkoşîna Apoyî ku bi şehadeta hevrêyên me berçav bû, careke din îsbat kir ku hem têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd e, hem jî bi feraseta neteweya demokratîk navê têkoşîna azadiyê ya gelan e. Ev têkoşîna azadî û demokrasiyê ku em deyndarê şehîdên xwe yên ezîz in û rastiya ku di şexsê wan de berçav bû, wê ji aliyê me hevrêyên wan ve timî esas bê girtin û ala wan a têkoşînê wê teqez bê biserxistin."
BEHDÎNAN