424 kes hatine darvekirin
Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 03:08
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 75’an de, derbarê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê di nava heftiyekê de 17 girtî ku yek ji wan jine, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanyayê da zanîn ku ji serê sala 2025’an heya niha, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 424 kes hatine darvekirin. Hate gotin ku roja Çarşema borî 3 kolberên Kurd yên bi navê Azad Şucaî, Idrîs Elî û Resul Ehmed bi tometa sîxuriyê hatine darvekirin. Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Îran û Rojhilat, pêlek binçavkirinê bi hêceta siyasî û ewlekariyê destpê kiriye û piraniya kesên tên binçavkirin, cezayê giran didinê. Herwiha ji mafê xwe yê dadgehkirinê jî tên bê par hiştin.
NAVENDA NÛÇEYAN