- Hikûmeta Iraqê cenazeyên 41 qurbaniyên komkujiya li Koço ya fermana 3´yê Tebaxa 2014’an piştî teşxîsên Tiba Edlî doh birin Şengalê. Cenaze bi merasîmê hatin veşartin.
Hikûmeta Iraqê cenazeyên 41 qurbaniyên komkujiya li Koço ya fermana 3´yê Tebaxa 2014’an piştî teşxîsên Tiba Edlî doh birin Şengalê. Cenaze bi merasîmê hatin veşartin.
Di fermana 2014’an de ji ber ku hêzên Iraqê û yên PDK’ê ew neparastin, DAIŞ´ê li gundê Koço yê Şengalê komkujiyeke mezin kiribû.
Piştî ku Şengal ji aliyê hêzên gerîla, YBŞ û YJŞ’ê ve hate rizgarkirin û rewş aram bû, hêzên Iraqê û saziyên medenî yên navneteweyî dest bi vekirina gorên komî yên li Şengalê kirin.
Cenazeyên ku li Tiba Edlî ya Iraqê tên teşxîskirin û nasnameyên wan tên zelalkirin, li Şengalê tên vegerandin û li goristana Koçoyê wan dispêrin axê.
Mezinên gundê Koço merasîma 41 qurbaiyan bi rêxistin kir. Li gel Bavê Şêx ê Êzîdiyan gelek endamên Meclîsa Rûnahî ya Êzîdiyan, rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, berpirsên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê jî di merasîmê de amade bûn.
Ji 41 cenazeyan, 3 yên kesên ji deverên cuda yên Şengalê yên ji derveyî gundê Koço bûn.
ŞENGAL