4 zarok û dayika wan birîndar kirin
Çarşem 18 Gulan 2022 - 22:24
- Li herêma Eyn Îsayê, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok û jinek birîndar bûn.
Li herêma Eyn Îsayê, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok û jinek birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker pêr bi şev bombardûmaneke giran li gundê Mezra Qertaç ê li başûrê Eyn Îsayê kir.
Dewleta Tirk a dagirker pêr êvarê her wiha bombardûmaneke giran li ser gundê Mielekê, kampa Eyn Îsa, rêya M4, gundên Cehbel, Fatsê û Sikêro yên Eyn Îsayê kiribû.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersiv dan êrişên dagirkeriyê. Neîme El-Mudhî a ku tevî 4 zarokên xwe di topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû, got, “Em di bin konê de li gundê Qirtac bûn, me dengê teqînan bihîst. Em ji konê derketin û revîn çolê. Lê dema em direvîn, topek li min û zarokên min ket.”
Zarokên birîndar ev in: Ketale Elî El-Hemûd (6 salî), Menhel Elî El-Hemûd (9 salî), Ezra Elî El-Hemûd (10 salî) û Hayîl Elî El-Hemûd (12 salî).
Birîna Hayîl Elî El-Hemûd giran bû û 2 caran liu Reqayê hat emaliyatkirin.
ANHA/REQA