- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û derbarê 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn, ev tişt diyar kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û derbarê 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn, ev tişt diyar kir.
“Dewleta Tirk a dagirker di sala 2016’an de li Zapê hin êriş kiribû. Di van êrişan de hevalên me Hêjar, Întîkam, Seyitxan û Silav şehîd bûbûn. Em di salvegera şehadeta wan de, hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Sala 2012’an beşdarî gerîla bû
Hevrêyê me Hêjar Hebûn (Gazî Polat) li navçeya Kopê ya Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di nav nirxên civakî yên qedîm a gelê Serhedê mezin bûye. Hevrê Hêjar di nav malbateke kedkar de mezin bûye, di dibistanên dewleta Tirk de zêde nexwendiye û bi keda xwe debara xwe kiriye. Hevalê me kesayetiya xwe wisa ava kiriye û karakterekî welatparêz û girêdayî kokên xwe yên civakî ava kiriye. Hevrêyê me Hêjar di dema ciwaniya xwe de ji bo ku xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derkeve ketiye nav lêgerînekê û di sala 2012’an de di dema Pêngava Şerê Gel a Şoreşgerî de biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe. Di 14’ê Tîrmeha 2012’an de di salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin de tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji bo jiyana Apoyiyê destpêkeke watedar kiriye. Heval Hêjar li çiyayên Dêrsimê dest bi gerîlatiyê kiriye, dersên jiyanî yên pêşîn û bingehîn ên PKK’ê li vir stendiye. Wî tecrubeyên gerîlatiya Bakur zû stendiye û bûye xwediyê meşeke bi îstîkrar. Di sala 2013’an de di dema pêvajoya vekişandinê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Wî li Heftanîn, Metîna û Zagrosê pratîk meşandiye û li gelek qadan peywirên girîng stendiye. Di demên pêş de dikaribû bibe fermandarekî Apoyî yê afirîner û dema li ser peywira xwe bû, di êrişên dagirkeran de tevî 3 hevalên xwe şehîd bû.
Sonda tolhildanê xwaribû
Hevalê me Întîkam Devran Gabar (Mehmet Halît Îdîn) li Şirnexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di nav derdoreke welatparêz a ku geleke berdêl daye, mezin bûye. Ew bi bîranînên zilm, êşkence û zextên dewleta Tirk a dagirker mezin bûye û bi xwe jî bûye şahidê vî tiştî û li hemberî dewleta Tirk hêrseke mezin di dilê wî de ava bûye. Ji ber vê jî di dibistanên dewleta Tirk de heta lîseyê xwendiye û tevlî nav tevgera ciwanên şoreşger bûye. Heval Întîkam di xebatên ciwanan de bûye xwediyê pratîkeke bi coş û çalak. Di sala 2014’an de pismam û hevalê wî Devran Besta dema li Kobanê şehîd bû, ew jî ji bo girêdayîna bi şehîd tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji ber hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û mêtinger û çetevaniya DAÎŞ’ê wî navê xwe kiriye Întîkam (Tolhildan) û sonda tolhildanê xwariye.
Dewleta Tirk a dagirker baş nas kir
Hevrê Seyitxan Goyî (Abbas Bayram) li gundê Dêrahênê ya Qilebana Şirnexê ji dayik bûye. Ji ber ku xalekî wî gerîla bû û li gundekî di navbera çiyayên Botanê de mezin bûye, heval Seyitxan xwestiye bibe gerîla. Wî ligel ku zanîngeh qezenc kiriye û çûye metrepolên Tirkiyeyê jî, li vir pergala dewleta Tirk a dagirker û asîmîlasyonîst baş nas kiriye. Wî lêgerînên xwe xurttir kiriye û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Wî li Kêla Memê ya Botanê dest bi gerîlatiyê kiriye û piştre derbasî herêma Zapê bûye. Wî li çiyayên Zapê xebatên pratîk kiriye û li vir tecrubeyek mezin stendiye. Hevalê me Seyitxan bi xebatkariya xwe gelek peywirên girîng bi cih aniye.
Zû hînî jiyana gerîlatiyê bû
Heval Silav Çarçella (Sîdar Gurdal) li Geverê ya ku welatparêz e û her dem bi serhildanan xwedî li welatparêziya xwe derketiye, mezin bûye. Heval Silav hê di zaroktiya xwe de tevgera azadiyê nas kiriye û di dilê xwe de li hemberî gerîlayan sempatiyeke mezin mezin kiriye û di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li qada Zapê tevlî nav refên gerîlayan bûye, perwerdehiya xwe ya pêşîn li vir stendiye û bi kesayetiya xwe ya jîr û bi coş zû hînî jiyana gerîlatiyê bûye. Ligel ku ew di refên gerîlayan de nû ye, di nav peywirên pratîk de cih girtiye û ev peywir bi serkeftî bi cih aniye.
Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
ANF/BEHDÎNAN