4 şehîdên Zagrosan

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:45

  • HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn û got, “Bi berxwedana xwe ya lehengî ya li dijî dagirkeriyê, di dîroka azadiyê ya gelê me de destanên nû afirandin. 

HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn û got, “Bi berxwedana xwe ya lehengî ya li dijî dagirkeriyê, di dîroka azadiyê ya gelê me de destanên nû afirandin.

Em ji malbatên van hevrêyên xwe û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “5’ê Mijdara 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dema operasyonên dewleta Tirk a dagirker de şer qewimî û di encamê de ji milîtanên leheng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hevrêyên me Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş şehîd bûn."

HPG’ê ji bo şehîd Xebat Amed got, "Hevrêyê me sala 2013’an cihê xwe di nava refên gerîla de girt û xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê. Xebat li cografya dijwar a Zagrosan gerîlatî kir û di nava şert û mercên giran ên şer de bû xwedî îradeyeke ji pola. Cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt ku di wan de derbên giran li dagirkeran hatin xistin."

HPG’ê ji bo şehîd Mazlûm Ertûş got, "Hevrêyê me Mazlûm sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li cografya Zagrosê dest bi gerîlatiyê kir û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza ku ruhê serdema nû nîşan dida. Di nava şert û mercên herî giran de bi asta pêşengiyê tevlî gelek çalakiyan bû. Di nava jiyanê de jî xeta Rêbertî timî ji xwe re dikir esas, biçûk mezin her wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî."

Ji bo şehîd Nûman Amed HPG’ê got, "Hevrêyê me Nûman Amed sala 2014’an tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me di bin roniya felsefeya Rêber Apo de ji bo pêdiviyên kesayetiya milîtan bi cih bîne, her dem hewl daye û tiştên ku hîn bûye jî di pratîkê de pêk aniye. Hevrêyê me demeke dirêj li Zagrosê gerîlatî kiriye û têkoşîna azadiyê ya gelê me her dem bi moralekî bilind bi rê ve biriye."

HPG’ê ji bo şehîd Şoreş Amed jî got, "Hevrêyê me Şoreş sala 2014’an li Mêrdînê tevlî nav refan bû. Hevalê me wekî gerîlayekî jîr di gelek çalakiyan de cih girtiye. Hevrêyê me li Avaşînê gerîlatî kiriye û ji bo ku taktîkên nû yên gerîlatiyê têxe pratîkê gelekî hewl daye."

Nasnameya gerîlayên şehîd wiha hat eşkerekirin:

- Xebat Amed (Ahmet Esmer) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Fevziye û Aslan

- Mazlûm Ertûş (Mazlûm Taş) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Şefîka û Nadîr

- Nûman Amed (Nûman Aydin) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Aysel û Azîz

- Şoreş Amed (Kemal Dalçîçek) ê li Amadê ji dayik bûye, kurê Cahîde û Ahmet  

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.