- Leşkerî ya QSD'ê hevrê Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hevrê Egîd Girkê Legê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hevrê Rûbar Hesekê û hevrê Seyfullah Ehmed gihiştin asta şehadetê.
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Til Temirê şehîd bûn.
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanên xwe eşkere kir ên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî Buroya Têkiliyan a Meclîsa leşkerî ya Til Temirê, şehîd bûn.
QSD'ê got, "19'ê Tebaxê saet di 18:00´an de, di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker de, endama konseya Leşkerî ya YPJ´ê û endama konseya Leşkerî ya QSD'ê hevrê Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hevrê Egîd Girkê Legê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hevrê
Rûbar Hesekê û hevrê Seyfullah Ehmed gihiştin asta şehadetê.
Heval Sosin a ji Efrînê, di tevahiya pêngav û pêvajoyên girîng ên şoreşgerî ên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cîhê xwe girt, weke fermandareke YPJ'ê li hember terora DAIŞ'ê û dagirkeriya Tirk di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrê Egîd jî, hîn di salên ku şoreşa me nû çirûsk vedida, bi fedakariyeke mezin xwe tevlî nav refên fedaiyan kir, bi kedeke mezin hewl da berpirsiyariyên xwe yên ji bo gelê me pêk bîne. Hevalên me Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed jî di demên herî zor û zehmet de li eniyên şoreşê bêyî dudilî têkoşîna xwe meşandin."
QSD´ê nasnameya şehîdan wiha bi tefsîlat eşkere kir:
* Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed), keça Zeyneb û Hesen, 19´ê Tebaxa 2021´ê li Til Temirê şehîd bû
* Egîd Girkêlegê (Peyvan Remeda), kurê Ferca û Elî, 19´ê Tebaxa 2021´ê li Til Temirê şehîd bû
* Rubar Hesekê (Elî El-Xerze), kurê Neîma û Nayif, 19´ê Tebaxa 2021´ê li Til Temirê şehîd bû
* Seyfullah Ehmed, kurê Munîfa û Newaf, 19´ê Tebaxa 2021´ê li Til Temirê şehîd bû
NAVENDA NÛÇEYAN