4 şehîdên Heftenînê

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:22

  • HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir û got “Em careke din soza xwe dubare dikin ku wê têkoşîna azadiyê ya gelê me, bi serfiraziyê tacîdar bibe.” 

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir û got “Em careke din soza xwe dubare dikin ku wê têkoşîna azadiyê ya gelê me, bi serfiraziyê tacîdar bibe.” 

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên li Heftenînê şehîd bûbyî de got, “Di 20’ê Tebaxa 2021’ê de li nêzî gundê Girêgohê yê Heftenînê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de, hevrêyên me Dîcle, Amargî, Şahîn û Egîd şehîd bûn. Her çar hevrêyên me ji bo berxwedana ji Esmer, Zerya, Bargiran ên fermandarên efsanewî yên berxwedana Cenga Heftenînê wergirtine, bi serfiraziyê tacîdar bikin û dijmin ji Heftenînê biavêjin, kedeke mezin dane. Em her çar hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayên li Heftenînlê 20´ê Tebaxê şehîd bûne, wiha ne: 

- Dîcle Firat (Mehtap Ozdemîr) a li Rihayê ji dayik bûye, keça Ayhan û Ethem

- Amargî Cûdî (Nesrîn Îbrahîm) a li Amûdê ji dayik bûye, keça Xûlût û Îbrahîm

- Şahîn Amed (Abdulvassif Mavînehîr) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Yuksel û Ferman

- Egîd Berxwedan (Raîf Barçin) ê li Şirnexê jidayik bûye, kurê Halîme û Îzzettîn.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.