HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn got, "Li dijî êrişên berfireh ên bi ser herêma Avaşînê de, hevrêyên me yên li vê herêmê hem di tûnelên şer de hem li qadên berxwedanê hem jî li kûrahiya qadê kêlî bi kêlî dijmin dişopînin û bi rêbazên gerîla yên serdema nû, derbên giran li dijmin dixin. Di vê pêvajoya berxwedana destanî û dîrokî de hevrêyên me Dorşîn, Şervan, Şevger û Baran ên bi ruhê milîtaniya Apoyî bi rengekî çalak tevlî bûn, di nivîsandina vê dîrokê de bûn xwedî pareke mezin. Hevrêyên me di serî de li Werxelê li gelek nuqteyan çalakiyên serkertî li dijî artêşa dagirker a Tirk kirin. Di Hezîranê de di encama şer û bombardûmanê de şehîd bûn."

HPG´ê agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha parve kir:
- Dorşîn Amara (Betul Yuksek) a li Erziromê ji dayik bûye, keça Leman û Halîl, 6'ê Hezîrana 2021´ê li Avaşînê şehîd bû
- Şervan Reşo (Tekîn Orenlî) yê li Wanê ji dayik bûye, kurê Aygul û Ubeyt, 6'ê Hezîrana 2021´ê li Avaşînê şehîd bû
- Şevger Herves (Refîk Aydemîr) ê li Bedlîsê ji dayik bûye, 6'ê Hezîrana 2021´ê li Avaşînê şehîd bû
- Baran Barî (Mûhammed Medres) ê li Kobanê ji dayik bûye, kurê Xezne û Mewlan, 21’ê Hezîrana 2021´ê li Avaşînê şehîd bû

Qehremanên Avaşînê

HPG*ê ji bo Dorşîn Amara got, "Hevrêya me Dorşîn sala 2015'an dema ku dewleta Tirk a qirker li dijî gelê me biryara şerê topyekûn da û plana ji bo çokdanînê li dijî gelê me xiste meriyetê, biryareke bi wêrekî da û tevlî nava refên gerîla bû.
Li herêma Heftenînê demeke dirêj gerîlatî kir. Li herêma Heftanînê ji aliyê gerîlatiyê ve bû xwedî tecrûbeyeke girîng û di rê û rêbaza serdema nû ya gerîlatiyê de xwe kûr kir. Piştre jî têkoşîna xwe li herêma Avaşînê dewam kir û tecrûbeya xwe ya şer û jiyanê bi rengekî bi bandor xiste meriyetê."

HPG´ê ji bo Şervan Reşo yê ji Qelqeliyê jî got, "Hevrêyê me Şervan Reşo tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê li Garê, Qendîlê, Cîlo û piştre li Kerkûk û Mexmûrê li dijî êrişên DAIŞ'ê xist pratîkê. Piştre jî ji nû ve berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me Şervan ku xwedî têkoşîneke bênavber bû, herî dawî li herêma Avaşînê tevlî karên şoreşê bû, piştî sala 2019'an li vir beşdarî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker bû."

Ji bo gerîla Şevger Herves jî HPG´ê got, "Hevrêyê me Şevger sala 2015'an tevlî nav refên gerîla bû. Wî xwe da felsefeya Rêber Apo ku civakek ji xweliya wê afirand, bû meşvanekî biryardar ê rêya heqîqetê. Pirr ji qada Avaşînê hez kir ku lê gerîlatî kir. Hevrêyê me Şevger bi hewlesta xwe ya şoreşger û rihê milîtanî her demê wê di têkoşîna me de bijî."

HPG´ê herî dawî ji bo Baran Barî got, "Hevrêyê me Baran demekê tevlî nav xebatên şoreşê yên li qada Garê bûye, li vê derê piştî tecrûbeya qada leşkerî û îdeolojîk çû herêma Avaşînê. Dema şerê Avaşînê, bi enerjiya ciwantiyê çi cihê ku hewceyî pê heye, bi wir ve beziya, pêşengî li çalakiyên li dijî dijmin kir.

Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Dorşîn, Şervan, Şevger û Baran, serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."

BEHDÎNAN