4 salên serketî yên Star FM’ê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:03


  • Radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de hat avakirin û gavên pîroz di nav çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de avêtin.

EBÎR MUHEMED / JINHA/HESEKÊ
 
Radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de hat avakirin û gavên pîroz di nav çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de avêtin. Bi xebatên xwe yên xweser ku xebatkar û karmendên radyoyê hemû ji jinan pêk tên, dikaribû bi bernameyên xwe yên rengîn xwe bigihîjîne tevahiya pêkhateyên civakê.

Dirûşmeya “Star FM dengê jin û jiyanê ye” ji xwe re kirine esas û armanca wan jî ew e ku xwe bigihînin jinan hemûyan û bibin dengê jinên Rojavayê Kurdistanê. Star FM´ê 4 salên serketî bi berhem û xebata xwe li pey xwe hiştin. Li ser vê yekê, Lîlav Hesen ku yek ji damezrînerên wê û her wiha rêvebera Radyoya Star FM´ê ye, behsa radyoyê kir.
 
Dengê jinên Rojavayê Kurdistanê 

Lîlav dibêje, Radyoya Star FM´ê yek ji berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye: “Ji destpêka avakirina radyoya Star FM´ê ve, ez di navê de me. Star FM 4 salan li du xwe dihêle. Destpêkê em salvegera radyoyê li jinan hemûyan pîroz dikin û dibêjin, Star FM yek ji berhemên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Armanca vekirina radyoya Star FM´ê ew bû ku dengê jinên Rojavayê Kurdistanê ragihîne raya giştî, da ku bibe deng û hestê jinan. Heta astekê em dikaribû vê armancê pêk bînin. Bi rêya bernameyên Star FM´ê me dikaribû pêkhateyan hembêz bikin û ev yek jî ji bo me serketinek bû.”

Hejmara wan her diçe zêdetir dibe 

Lîlav got, Star FM a jinan hemûyan e û ew ji bo deng û rengê jinan bigihînin raya giştî, kar dikin: “Rojane li her çar parçeyên Kurdistanê, êrişî jinan dikin û jin dibin hedef. Li Bakurê Kurdistanê, jinên rojnamevan dikin nezaretê, ew ji bo derxistina holê ya heqîqetê dixebitin û gelek ji wan jî canê xwe feda kirin. Sazî û dezgehên jinan roj bi roj soza xwe bi van şehîdan re nû dikin. Dîrokên vekirina ajans û televîzyonên jinan pirr bi mane ne. Xewn û xeyal ji bo jinan ew bû ku saziyên taybet ji bo wan werin vekirin û xebatkarên wê tev jin bin; em dibînin ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Me bi 9 kesan dest pê kir û niha jî hejmara me digihîje 20 kesan û hê jî zêde dibe.”

Xewn û xeyalan pêk tînin 

Lîlav Hesen bal bire ser çêkirina bernameyên curbecur ji bo hevgirtina pêkhateyên civakê û gihîştina her kesî, got, ew dê li ser rêya şehîdên heqîqetê bimeşin û xewnên wan ên nîvco mane, pêk bînin: “Bernameyên me bi zimanê Erebî û Kurdî hene li gorî her civaka li her bajarî. Li Amûdê pirraniya wan Kurd in ji bo wê bernameyên Kurdî em li wir pêşkêş dikin. Her wiha li bajarê Hesekê ji ber ku hejmareke mezin ji pêkhateyên Ereb heye, em bernameyên bi Erebî li wir çêdikin. Ji şehîda me ya yekemîn a ragihandinê Gurbetelî Ersoz, heta hevala me Dilovan Gabar a ku di êrişên Serêkaniyê de şehîd bû, em soza xwe bi wan re nû dikin. Em ê xewn û xeyalên wan ên nîvco, pêk bînin. Em ê ji bo jiyana azad û derxistina holê ya rastiyê, rêya xwe dewam bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.